Li kampên Idlibê yê dagirkirî ava vexwarinê nemaye
Jinên ku li kampên Idlibê yên dagirkirî bi cih bûne, bal kişandin ser zehmetiyên ku ji ber qutkirina alîkariyên bêpere yên avê yê rêxistinên navneteweyî dijîn û bang kirin ku ji nû ve piştgiriya avê bê dayîn.
HEDÎL EL-OMER
Idlib – Li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Heyet El-Tehrîr (HTŞ) ve hatiye dagirkirin, roj bi roj jiyana gel dijwartir dibe. Beşek girîng a gelê ku di bin zilmê de dijîn di kampan de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên li kampên ku bi alîkariya saziyên sivîl ên navneteweyî heta roja îro li ser lingan mane, piştî ku alîkarî hatin qutkirin zehmetiyan dikişînin. Ji bilî birçîbûnê, hema hema ne gengaz e ku meriv li kampan bigihîje ava paqij. Heta niha ava vexwarinê li kampan ji aliyê saziyên sivîl ve dihat dayîn.
Bihezaran jin û zarokên li kampan dijîn ji ber xwe negihandina ava paqij bi hin nexweşiyên belav dibin re rû bi rû ne. Li gorî lêkolîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî nexweşiya gurîbûnê li 6 herêman li Idlibê gelekî belav bûye.
‘Ji ber em nikarin avê bikirin zarokên min nexweş dikevin’
Koçbera bi navê Fatin El Kûsa ya 31 salî li kampên El Xalidiye li Bakurê Idlibê dimîne zehmetiyên ku dijî wiha got: "Rawestandina belavkirina avê li kampan gelekî em xistin zor û zehmetiyan de. Azarên me duqat bûn li van kampan. Em nikarin bi pereyên xwe avê bikirin. Ji beriya çend mehan ve hevjînê min bê kar e. 5 zarokên min hene û gelek lêçûn ji wan re pêwîst e. Ji ber em nikarin avê bikirin zarokên min nexweş dikevin. Belavbûna nexweşiyên çermî mîna gurîbûnê ji ber kêmbûna serşûştinê ye ji ber av tune ye û atmosfera kampan tijî toz, çop û faktorên jîngehî bi zirar in. Beriya niha ez li hember zehmetiya peydakirina avê bûm lê niha nizanim çawa zarokên xwe derman bikim."
‘Rojane debara xwe kirin jî gelek zehmet e’
Koçber Sîham Hac Taha ya li kampên El Berdeqlî li Bakurê Idlibê dimîne jî zehmetiyên xwe wiha anî ziman: "Çareseriya herî demdirêj ya peydakirina avê parzûnkirin e bi tayebet piştî buhayê bermîlek av gelekî bilind bû û em nikarin rojane buhayê wê peyda bikin ji ber derfetên kar jî gelekî kêm in. Ez hewil didim sûdê ji ava heyî demek dirêj bigrim bi riya bikaranîna ava şûştina cilan û firaxan. Ez bi wan erda konê xwe dişom û sebzyên xwe yên havînê av didim. Piştgiriya avê ji bo me di demên berê de gelek bar li me sivik dikir lê piştî qutbûna wê em gelek zehmetiyan dibînin. Piştî hevjînê min wefat kir hersê zarokên min yên ciwan neçar man di werşeyên pîşesaziyê de kar bikin ji bo debara jiyana xwe bikin. Heqdestê ku hersê zarok jî werdigrin têra pêdewîstiyên herî biçûk nake.”
Sîham Hac Taha anî ziman ku li kampan ji ber nebûna ava paqij gelek nexweşî rû dane û got: "Nexweşî li min û zarokên min xuya dike bi taybet nexweşiyên hesasiyet, laşmanya, gurîbûn û mîkitok. Em bi riya kesên li kampê dijîn bi van nexweşiyan ketin ji ber konên me ji naylonê ne. Êdî daxwaza vegera li mala xwe xwe nakim lê belê daxwaza me ya sereke bûye aktîvkirina xizmetan li kampan bi taybet xizmetên avê ji ber gelekî girîng e.”