Li Kampa Holê 21 kesên bi şaneyên DAIŞ’ê re hevkar hatin girtin
Di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar hatin girtin.

Hesekê – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyeke nû parve kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me li beşa muhecîrat a kampa Holê, 4 mayîn desteser kirin, 2 xendeqên din dîtin û 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar dikirin hatin girtin."