Li Kabîlê hunera jinan di bin zextan de ye

Galeriya Şeqayeq a Navenda Hunerê ya li Kabîlê ku jinên Efgan lê perwerde didîtin, çend roj piştî vebûna navendê rastî êrîşa Yekîneyên Fermana Başiyê (Emr-i Bil Maruf) hat. Jin dibêjin ku ew ê dev ji hunerê û têkoşîna xwe bernedin.

BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Bi hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê re, jin ji perwerde û jiyana kar bêpar man. Lêbelê vê yekê hêviya jinên Efgan neşakand, wan dest bi lêgerîna riyan kirin da ku beşdarî civakê bibin. Jinên Efgan gelek projeyan ava kirin, ji damezrandina karsaziyên piçûk bigre heya pêşkêşkirina kursên perwerdeyê ji bo jinan û birêvebirina xwaringehan. Yek ji van xebatan mijûlbûna bi boyaxkirinê bû ku gelek keçên ciwan pê re eleqedar dibûn. Lêbelê li wan deveran bi gelek zext, qedexe, heqaret û nêzikahiyên curbecur re rû bi rû man.

Di civakên bi desthilatdariya mêr de, wênesazî pir caran wekî karekî bi giranî mêran tê dîtin. Ji ber vê yekê, di dîrokê de, di wênesaziyê de jinên navdar pir kêm in, ên ku hene bi piranî di salên dawî de hatine naskirin.

Li gel vê yekê, di vê dema ku çar sal in desthilatdariya Talîbanê didome de, gelek jin li seranserê Efganistanê beşdarî hewldanên hunerî bûn. Lêbelê, wan jinan rastî astengiyan hatin. Galeriya Şakayik, ku ji hêla jinan ve di navçeyeke Kabîlê de di 6’ê Tebaxê de hat vekirin, yek ji wan mînakan bû. Li gorî şahidan, tenê çend roj piştî vekirina wê, ji hêla yekîneya "Amr-i Bil Maruf" a Talîbanê ve hat serdegirtin. Hemû berhem hatin hilweşandin û ferman hat dayîn ku xbatkarên jin werin derxistin lê dikandarên derdorê destûr nedan vê yekê.

‘Hewl dan jinan bibin’

Şahidekî ku nexwest navê wî/wê bê eşkerekirin, bûyerê wiha vegot: "Hefteyek berê, çend jinên ciwan li qata sêyemîn a meydana ku dikana min lê ye odeyek kirê kirin û merasîmek vekirinê ya fermî li dar xistin. Wan dersên wênesazî û boyaxkirinê didan komek keçên ku ji perwerdeyê bêpar mabûn. Duh piştî nîvroye, çend endamên Emr-i Bil Maruf bi hinceta ku jin 'qaîdeyên sergirtinê û exlaqî pêk naynin' bi ser dikanê de girtin û hewl dan wan bibin. Lê belê hemû dikandarên li wir rê li ber wan girtin û sûcdariyê red kirin."

Jinek firoşkar ku li dûrî wê derê dikana wê heye, van îdiayan piştrast kir û got: "Talîban tenê li dijî jinên ku di ofîsan û karên din ên hêja de dixebitin e. Ew dixwazin jin an lava bikin an jî di malên kesên din de wekî xizmetkar xizmetê bikin. Ew naxwazin jin perwerde bibînin ji ber ku ji pozîsyona xwe ditirsin. Wan niha van pêşangehên jinan girtine, lê ez bawer im ku ew ê jin dev jê bernedin û karê xwe bi dizî bidomînin."

Tevî zext û qedexeyên berdewam ên Talîbanê li ser jinan, ruhê berxwedan û afirîneriyê di nava jinên Efgan de zindî ye. Ezmûna galeriya Kabîlê nîşan dide ku di şert û mercên herî dijwar de jî jin riyên hebûnê û lîstina roleke di civakê de dibînin.