Li Iraqê qonaxa duyem a pêngava vegera xwendinê destpê kir

Li Iraqê amadekarî ji bo destpêkirina qonaxa duyem a pêngava vegera xwendinê tê kirin, ev pêngav berdewamiya qonaxa yekem ku sala bûrî ji aliyê wezareta perwerdê ve hatibû destpêkirin e.

Navenda Nûçeyan – Desteya bicihkirina ji bo nehiştina nexwendinê ya girêdayî Wezareta Perwerdeya Iraqê têkildarî destpêkirina qonaxa duyem a vegera xwendinê ragihand ku ew amadekarî ji bo destpêkirina qonaxa duyem a pêngava vegera xwendinê dikin, dan zanîn ku pêngav berdewamiya qonaxa yekem ku di sala bûrî de ji aliyê wezaretê ve hatî destpêkirin e.

Hate eşkere kirin ku qonaxa duyem planek nû bihêzkirina encama pêngava berê ye. Armanca pêngavê ew ku xwendekarên dest ji xwendinê berdane bînin nava pergala perwerde û bi dawîkirina asta nexwendinê ye. Her wiha gelek kesên ku dawî li xwendinê anîne beşdarî vê pêgava nû dibin. 

Dan zanîn ku bi hevkariya desthilata bicihkirin û tîma kampanyayê ji bo xwegihandina hedefên xwe yên perwerdê ya hemû bajaran didome. Niha rayedar kar li ser vekirina navenda nûya perwerdeya dadperwerî û wekhevî ji bo hemû koman dike.