Li Iraqê pêwistiya 7 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye
Li gorî UNICEF’ê, li Iraqê nêzî 7 milyon zarok pêwistiya wan bi alîkariya demildest a mirovî heye. Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê diyar dike ku ji havîna 2014’an ve heta niha hejmara karkerên zarok zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî roja 12’ê Hezîranê wek roja têkoşîna li hemberî karkeriya zarokan a cîhanê qebûl kiriye û di roja îro ku balê dikşîne ser karkerên zarok. Li seranserê cîhanê bi milyonan zarok ji ber karê ku di karê ji hêza beden û derûniya wan girantir in de neçar dimînin bixebitin, mafê wan ê perwerdeyê ji destê wan hatiye girtin. Ji ber bê edaletî û xizaniyê neçar dimînin di temenê biçûk de ji bo jiyanê têbikoşin.
Her çendî Neteweyên Yekbûyî 12’ê Hezîranê weke roja têkoşîna li hemberî karkeriya zarokan a cîhanê qebûl kiriybe jî li seranserê cîhanê, ji ber bêedaletî, xizanî û kedxwariyê bi milyonan zarok neçar dibin bixebitin. Ev zarok ji mafên xwe yên perwerde û lîstinê bêpar tên hiştin û di karên giran de dixebitin. Li gorî daneyên NY, zêdetirî 152 milyon zarok li cîhanê tên xebitandin. Ji vê hejmarê 72 milyon li welatên Efrîqayê, 62 milyon li welatên Asyayê û li welatên din ên cîhanê ne. Rêxistina Navneteweyî ya Kedê (ILO) jî diyar kir ku li cîhanê ji her 10 zarokan yek karker e. Hejmara giştî ya zarokên ku di dixebitin li cîhanê ji 160 milyonî zêdetir e. Niha, li seranserê cîhanê 63 milyon zarokên keç û 97 milyon zarokên kur dixebitin.
ILO’yê di daneyên xwe yên dawî de ev yek eşkere kir. Divê hewl bê dayîn ku di cîhanê de diyardeya karkeriya zarokan were kêmkirin. Ji ber ku bi milyonan zarok niha di xetera ku di salên pêş de bi darê zorê bikevin nava kar de ne.
Rewşa zarokan li herêmên Iraqê û Kurdistanê
Li gorî UNICEF’ê, nêzê 7 milyon zarokên Iraqî pêwistiya wan demildest bi alîkariya mirovî heye. Hinek ji wan zarokan dev ji dibistanê berdane û gelek ji wan jî dixebitin. Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir ku ji havîna 2014’an vir ve hejmara zarokên karker zêde bûye û ev yek bûye sedema koçberbûna zêdetirî 3 milyon û 500 hezar kesan.
Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê, rêjeya devjêberdana dibistanê di sala 2018’an de ji %6 derbas kiriye ku ji ber bêwarî û xizaniyê gelek zarok neçar mane bixebitin.
Li Herêma Kurdistanê her çend karkirina zarokan zêde bûye jî li gorî UNICEF’ê, jiyana zarokan li herêmê baştir bûye. Li gorî rapora UNICEF’ê, Herêma Kurdistanê di warê gihîştina ava vexwarinê û xizmetguzariyên tenduristiyê de bi pêş ketiye. Lê belê di raporê tê gotin ku Herêma Kurdistanê hewceyê zêdetir perwerdeyê û bidawîkirina tundiya li dijî zarokan e. UNICEF’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê nêzê ji %96’ê zarokan diçin dibistana seretayî û ji %67 jî piştî qedandina dibistana seretayî diçin dibistana navîn.
Bang li rayedaran
UNICEF’ê û rêxistinên mafên mirovan, bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo parastina mafên zarokan, veberhênanê li xizmetguzariyên ku rasterast sûdê didin zarokên ji şer û hejariyê bi bandor bûne bike. Her wiha xwest ku sînorek ji bo hemû cureyên tundiya li dijî zarokan dayne.
Di heman demê de, rêxistinên mafên mirovan û zarokan dibêjin ku yek ji cureyên herî xeternak ên li dijî keda zarokan, bikaranîna zarokan di warê îstîxbarat û sîxurî, karên derzagonî de ye. Hinek dezgehên îstîxbaratê yên li çar aliyên cîhanê, zarokan weke beşek ji dezgehên xwe bikar tînin û karê sîxuriyê bi wan didin kirin.