Li Iraqê meşa ji bo Fermanê: Divê Iraq jenosîdê nas bike

Aktivîstên jin ên Iraqê, di çalakiya ji bo bîranîna Fermana 74’an a Şengalê de bang li hikûmeta Iraqê kirin ku jenosîda li dijî Êzidiyan nas bike, ji bo lêkolîna windayan komîte ava bike û destek bide yên sax mane.

NUR EL-MERSUMÎ

Iraq – Jinên Iraqî li paytext Bexda ya Iraqê ji bo bîranîna Fermana 74’an a Şengalê duh di salvegera komkujiyê de çalakiyek bi dirûşma “Şengal dijî û qirkirina nayê jibîrkirin” lidar xistin. Parlementoya Iraqê her çiqas di 1’ê Adarê de zagona jinên Êzidî yên hatin rizgarkirin erê kiribe jî, tê payîn ev zagon di navbera salên 2014-2017’an de jinên ku endamên kêmnetewên olî- etnîk û Êzidî û ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin hedefgirtin, desteka madî û civakî pêk bîne. Lê jinan anîn ziman ku di pêkanîna zagonê de kêmanî hatine jiyîn.

‘Hê 2 hezar jin û zarokên keç revandî ne’

Aktivîst Intissar el-Miyahî da zanîn ku di bin serokatiya Muhammed Şiya es-Sudanî de konferansek mezin hatiye li darxistin û wiha berdewam kir: “Navên girîng ên wek nûnertiya sekreterên Giştî yê NY’yê beşdar bûne. Lê belê ev konferans wek şanoyek bû. Her tim îfadeyên wek emê bikin û em pilan dikin hatin bikaranîn. Ev bûyer trajedî bû, lê belê ji aliyê hikûmetê ve vegerandin xwenîşandanek bê qîmet.”

Intissar el-Miyahî da zanîn ku hê 2 hezar jin û zarokên keç revandî ne, rastî tecawiza sîstematîk û bazirganiya mirovan hatine, malbat jî bi salan e li benda zarokên xwe ne û wiha got: “Pirsgirêka jinê hê di bernameya hikûmetê de ne destpêk e.” Intissar diyar kir ku ev çalakiyên bi vî awayî tenê bi navê bîranînê tê kirin û anî ziman ku di van bîranîn de fonên civakê di konferansên dîtbarî de vala xerc kirine û negihîştine çareseriyên rast û wiha got: “Em îro êşên Êzidiyan parve dikin, em qurbaniyan bibîr tînin, em mezinbûna vê komkujiyê diqîrin.”

‘Bila Iraq fermanê wek jenosîde nas bike’

Aktivîsta siyasî Beşra Ebu el-Izz jî destnîşan kir ku ew ji bo komkujiya li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve li dijî Êzidiyan hatî pêkanîn kom bûne û wiha got: “Em dixwazin hikûmeta Iraqê wek 14 welatan vê fermanê wek jenosîdek rast qebûl bike. Divê zagona jinên Êzidî yên rizgarbûne ya hejmar 8 ku di sala 2001’an de hatiye erêkirin, bi awayek aktîf were pêkanîn û ji bo jinûve avakirina Şengalê gavên demildest bên avêtin.”

‘Peyama me eşkere ye’

Aktivîsta civaka sivîl Dîna et-Taî îfade kir ku ji ber hilbijartinên ku nêz dibin, hikûmetê ji nişka ve dest bi xwedî derketina li komkujiya Êzidiyan kiriye û di vê mijarê de jî konferansek lidar xistine û wiha got: “Em li dijî hepskirina vê meseleyê di salonên konferansê de ne. Ji ber vê li Bexda bi beşdariyê hemû pêkhateyên etnîkî, em li Qada Tahrir kom bûne. Peyama me zelal e: daxwaza piştevaniya bi şehîdan û darizandina kiryaran re. Hatiye belgekirin ku hê gelek jinên hatin revandin li girtîgehên Sûriyeyê dimînin, hikûmeta Iraqê divê mijarê de tu gavek cidî neavêtiye.”

Dîna et-Taî bertek nîşanî hewldana hêzên ewlehiyê yê ji bo belavkirina çalakiyê da û got: “Em li vê derê ne protesto, biranînê dikin. Hêzên ewlekariyê xwestin me belav bikin. Ji me re gotin herin goristanan muman pêxin. Mîna ku ev bi rêyên xwezayî mirine, halbûkî komkujî bû û hêzên polîtîk hevkarên vî sûcî ne.”

‘Bila civaka navnetewî sûcên li dijî Êzidiyan lêkolîn bikin’

Aktivîsta sivîl Îkbal jî ev tişt gotin: “Em wek komek ku bi jinan re eleqeder dibin, em bang li civaka navnetewî dikin ku ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî jinên Êzidî hatin kirin bikevin nava tevgerê. Em bawer dikin ku hinek rayedaran raste rast di vê komkujiyê de rol lîstine.”

Çalakî bi hinceta ku destûra ewlehiyê nîne, rastî daxwaza astengkirinê hat. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwestin jinan belav bikin, ji ber wê çalakî bi alozî derbas bû. Lê belê beşdaran gotin ev ne protesto ye, bîranîn e. Piştî nîqaşan bi axaftinên kurt çalakî bi dawî bû.