Li Iraqê jinek Kurd wezîfeya ‘Rawêjkara Serokwezîr’ wergirt

Jinek Kurd kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê de wezîfeya ‘Rawêjkara Serokwezîr’ wergirt û ev wezîfe wê ji bo karûbarê jinan be.

Navenda Nûçeyan – Ala Talebanî weke jineke siyasetmedar a Kurd di kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê de wezîfeya ‘Rawêjkara Serokwezîr’ wergirt û ev wezîfe ji bo karûbarê jinan be.

Li gor nûçeya medyaya Iraqê, îro Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi fermî li ser biryara dest bi karkirinê ya Ala Talebanî wek  ‘Rawêjkara Serokwezîr bo Karûbarê Jinan’ îmze kir.

Biryare Ala Talebanî bi fermî sibe dest bi wezîfeya xwe ya ‘Rawêjkara Serokwezîrê Iraqê’ bike.

Ala Talabanî Kiye?

Ew di sala 1960’î de li Kerkukê ji dayik bûye. Wek serokê koma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê kar kiriye. Ew yek ji endamên damezrîner ên Encumena Bilind a Jinan ya Iraqê ye. Ew di warê mafên jinan de li Iraqê kesayetiyek çalak e. Her wiha bi xebatên xwe yên ji bo beşdariya jinan di jiyana siyasî û civakî de tê nasîn.