Li Iraqê di nava 6 mehan de 327 bûyerên êrîşa zayendî çêbûne

Li gorî rapora beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, di nava 6 mehan de 421 bûyerên êrîşa zayendî û tundiyê li Iraqê çêbûne.

Navenda Nûçeyan- Beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, daneyên êrîşên zayendî yên di 6 mehên borî yên sala 2024’an de parve kir.

Li gorî raporê, ji serê salê heta meha 6 ya Hezîranê, 421 bûyerên êrîşên zayendî û tundiyê hatine qeydkirin. Di heman raporê de tê gotin ku ji vê hejmarê 327 bûyer dijî jinan çêbûne.

Li gora daneyên Navenda Stratejî ya Mafê Mirovan jî, di nava du salên borî û 6 mehên îsal de, li dadgehên Iraqê 53 hezar û 889 giliyên tundiyên malbatê hatine qeydkirin. Li gorî heman çavkaniyê 13 hezar û 857 gilî îsal hatine kirin, herwiha 18 hezar û 436 gilî jî di sala 2023’yan de û 21 hezar û 585 gilî jî di sala 2022’yan de hatine qeyd kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê hat kirin. Li gorî nêrîna pisporan ger ev zagon were guhertin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir werin binpêkirin. Her wiha wê bi vê guhertinê di dema hevberdana jin û mêr de, mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were girtin. Her wiha bi guhertina vê zagonê re wê rê li zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî vebe, zewac ji derveyî fermiyetê be.

Beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, daneyên êrîşên zayendî yên di 6 mehên borî yên sala 2024’an de parve kir.