Li Iraqê darvekirin zêde dibin
Aktîvîstên jin diyar kirin ku bûyerên darvekirinê li Iraqê di van demên dawî de zêde dibin û wiha gotin: "Tunebûna Komîsyona Mafên Mirovan li Iraqê rê li ber bûyerên darvekirinê vedike."

EFRAH ŞEWQÎ
Parîs – Rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2025’an nîşan da ku zêdebûnek metirsîdar di hejmara bûyerên darvekirinan de li seranserî cîhanê di sala 2024'an de heye. Herî zêde bûyerên darvekirinê li Iraqê rû dane û jin jî tên darvekirin. Di sala 2024'an de herî kêm 63 kes hatin darvekirin, sala 2023'an 16 kes hatin darvekirin. Ev bûyerên darvekirinê jî bi sûcdariya ‘terorê’ pêk tên.
Li gel zêdebûna rêjeya darvekirinê li Iraqê, çalakvanên mafên mirovan dengê xwe ji bo şermezarkirina van kiryaran bilind kirin ku ev yek li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Çalakvanên mafên mirovan ên jin pêwistiya lezgîn bi reformên berfireh dîtin ku ji bo pêşvebirina dadwerî û rêzgirtina mafên mirovan li welat beşdar bibin.
'Tunebûna komîsyona mafên mirovan rê li ber darvekirinê vekir'
Bijîşk û endama berê ya Komîsyona Mafên Mirovan Fatên El-Helfî got ku ji ber parlamentoya Iraqê 3 sal in ji komîsyona mafên mirovan dûr ketiye valahiyek destûrî ya metirsîdar heye. Fatên El-Helfî wiha axivî: "Ev bûye sedema nebûna çavdêrî û şopandina mijarên mafên mirovan. Ev jî rê li ber zêdebûna bûyerên kuştin, darvekirin belavbûna bêewlehiyê her wiha bûyerên îşkenceya di zindanan de li Iraqê vedike. Di dema hebûna Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan de darvekirin hatibûn rawestandin."
'Hewcedarî bi guherînên zagonî heye'
Fetên El-Helfî tekez kir ku nebûna daxuyaniyan der barê darvekirinê û hejmarên girêdayî wê, şopandina van bûyeran zehmet dike, bi taybetî di warê hejmara jinên ku hatine darvekirin de. Fatên wiha got: "Tu agahiyên rast der barê van mijaran de tune ye û hêzên desthiladar ve hewl didin van bûyeran veşêrin. Zagoneke me ya ku cezayê darvekirinê qedexe dike tune ye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rê li ber bûyerên darvekirinê bigrin, pêwistî bi guhertinên zagonî heye."
'Bi hincetên 'terorîst' bûyerên darvekirinê zêde dibin'
Hiqûqnas Enwar Dewûd El-Xefacî diyar kir ku li Iraqê ji ber zagonên li dijî terorê li şûna ku cezayan sivik bikin cezayê darvekirinê didin, ev jî rêjeya bûyerên darvekirinê zêde dike. Enwar El-Xefacî wiha got: "Pirsgirêkên di pergala dadweriyê de xwe dispêrin îtirafên ku di bin îşkenceyê de hatine girtin û nebûna darizandinên adil. Her wiha zextên ewlekarî û siyasî, rayedaran ber bi tedbîrên tund ve dibin. Cezayê darvekirinê, wek rêgiriyek li dijî çalakiyên terorîstî tê dîtin. Ji ber vê yekê bûyerên darvekirinan zêdetir dibin."
'Hejmarên rastîn tên veşartin'
Enwar El-Xefacî tekez kir ku nebûna bîlançoyên hejmara jinên hatine darvekirin an jî li benda ceza ne kêşeyên mezin bi xwe re ava dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Nebûna Komîsyona Mafên Mirovan ku dikaribû bigihîje van agahiyan û destwerdana sînordarkirina îdamê bike, bûye sedema nebûna çavdêrîkirina vê mijara hesas. Pêwistî bi tevgereke cidî ya hikûmetê ji bo saziyên herêmî û navdewletî heye ku eleqeya rast nîşan bidin ji bo çareserkirina zêdebûna hejmara darvekirinan.”