Li îranê zêdebûna darvekirin û zextan
Daraza Îranê, di pêvajoya piştî şer de, bûye yek ji saziya sereke ya zêdekirina zext, darvekirin, binçavkirin, desteserkirina malên xwepêşanderan. Her wiha cezayên giran dide muxalif û azadîxwazan.
Navenda Nûçeyan – Her çendî serokê dadweriya Îranê di daxuyaniya xwe ya dawî de ‘Yekîtiya neteweyî û hevgirtinê’ weke serweta sereke ya Îranê di ‘şerê hîbrîd’ de bi nav kir. Diyar kir armanca dijmin ‘di nava civakê de parçebûn, belavkirina bêhêvîtiyê û desteserkirina sermayeya civakî ya gel e. Di pêvajoyên xwepêşandanên di salên dawî de, di dema şer û niha di vê qada şikestî ya agirbestê de pêkanînên saziyên dadweriyê, weke yek ji sedemên sereke yên têkbirina baweriya raya giştî û kûrkirina kûrahiya ku neyê çareserkirin di navbera civak û hikûmetê de tê dîtin.
Serokê dadweriyê got: “Îro ji her demê girîngtir e ku em bi hevkariyê li dijî reqabetên siyasî derkevin û berpirsiyariya neteweyî bidin pêş.” Lê ev daxuyanî di demên ku zexta ewlehî û dadweriyê li ser rexnegirên hikûmetê zêde dibin de tên dayîn.
Di mehên dawî de binçavkirin zêde bûne
Di dema serokatiya wî ya dadweriyê de, pêvajoya dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinan gelek caran rastî rexneyên cidî yên rêxistinên mafên mirovan hat. Gelek rapor nîşan didin ku der barê girtiyên siyasî, rojnamevan, jin, bersûcên ciwan û kesên ku di dozên ewlehiyê de tên darizandin, darvekirin zêde dibin. Rexnegir vê pêvajoyê weke amûra afirandina atmosfera tirsê û domandina kontrola li ser civakê tê bikaranîn dinirxînin.
Her wiha di mehên dawî de, binçavkirina aktivîstên civaka sivîl, rojnamevan, xwepêşanderên jin, endamên sendîkayan û welatiyên li dijî hikûmetê zêde bûne. Gelek ji van kesan ji ber bi sûcdariyên ewlehiyê re rûbirû mane, tên darizandin cezayên giran digrin. Rêxistinên mafên mirovan gelek caran binpêkirinên mafê darizandinên edlî, zexta îtirafkirinê û binçavkirinên ku mafên bingehîn binpê dikin anîne ziman.
Asteke din a rexneyên li dijî pêkanînên dadweriyê desteserkirina mal û milkên welatiyan û malbatên zarokên wan di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane ye. Di nava du mehên dawî de, gelek nûçeyên der barê cemidandina hesabên bankayan, desteserkirina mal û milkên wan û pêkanîna zextên aborî, li ser malbatên girtiyên siyasî, xizmên kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin û aktivîstên derveyî welat hatine weşandin.
Li gorî rexnegiran, ev pêkanîn tê wateya ‘cezakirina komî’ û armanc ew e ku di nava civakê de tirsê bide avakirin. Li gorî wan saziya dadweriyê li cihê ku weke pergaleke serbixwe mafê welatiyan biparêze, di gelek rewşan de bi saziyên ewlehiyê re tam di nava koordînasyonê de tevdigerin.
Nakokiya di navbera gotina ‘yekîtî’ û rastiya zextê de
Daxuyaniyên Serokê Dadweriyê yên der barê ‘sermayeya civakî’ di demek ku beşek mezin a civakê dadweriyê ne weke nûnerê edaletê, wek yek ji amûrên sereke yên zordestiya siyasî dibîne de tê dayîn. Rewşa xirab a di navbera hikûmet û civakê de, weke encama nêzîkatiyek ewlehiyê yên bi salan li dijî xwepêşandanan, tepeserkirina azadiya îfadeyê û nebûna berpirsyariya saziyên dewletê tê nirxandin.
Behskirina ‘yekîtiya neteweyî’ bidawîbûna zextan, berdana girtiyên siyasî, sekinandina darvekirinan û misogerkirina mafên bingehîn ên welatiyan, ji bo beşên fireh ên civakê weke tiştek ji baweriyê dûr tê dîtin. Baweriya gel êdî ne di wê astê de ye ku tenê bi dirûşmên siyasî, yan jî bi rawestandina pêkanînên zorê, ji nû ve were avakirin.