Li Idlibê jin li cihê kar bi êrişa zayendî re rûbirû tên
Jinên debara mala xwe dikin li Idliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ de ye di gelek zehmetiyan re derbas dibin. Jin dibêjin ku ew li cihên ku lê kar dikin rastî zext û û êrişa zayendî tên û ne ewle hîs dikin.
HEDÎL EL OMER
Idlib – Rêjeyeke mezin ji koçberên Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El Şam deye, jin in. Gelek ji wan neçar dimînin di kampan yan jî cihên ne ewle de bijîn. Jinên ji Idlibê tînin zima ku ji ber bê parastinî û newlebûna wan nikarin di karên ku pê debara xwe bikin de cih bigirin.
Semer Silêbî ya di 30 saliya xwe de ye, dayîka 3 zarokan e û ew e ya debara malbata xwe dike wiha dibêje: "Ez ditirsim bi tena xwe derkevim. Min hewil da di yek ji kargehan de kar bikim. Lê belê destdirêjî li min hat kirin û xwediyên kargehê û karker min tengav dikirin. Ji ber wê min dest ji wî karî berda. Xeyala min ew bû ez dikaneke biçûk vekim ji bo pêdiviyên zarokan lê bifroşim. Lê belê ez ji rewşa li vir ditirsim. Ez du caran dihizirim beriya gavekê bavêjim. Ez dixwazim karibin malbata xwe xwedî bikim. Lê belê tirs di her aliyî de min kontrol dike."
‘Ez hest pê dikim ku dorpêçkirî me’
Meryem El Hilû ya li kampa koçberan li Bakurê Idlibê dijî azarên xwe yên nebûna ewlehî û aramiyê tîne ziman û dibêje: "Beriya koçberiyê weke terzî min li malê kar dikir. Lê belê rewşa ewlehiyê ya tevlîhev li kampê hişt ku ez di tirseke de bijîm. Carnan ez nikarim derkevim ji bo madeyên pêwîst bikirim. Ji ber bombebaran û şer her wiha nûçeyên revandin, kiryar û binpêkirinan dewam dikin. Ez hest pê dikim ku dorpêçkirî me û pêwîstiya min bi piştgiriyeke cuda û parastineke zagonî heye ji bo karibim bi azadî kar bikim."
‘Kesek tune alîkariya min bike’
Heyat Sefer ya 60 salî ku bi tena xwe dijî û di hemî jiyana xwe de çandinî dikir û dema koçber bû nema dikarîbû kar peyda bike û pêwîstiya wê gelekî bi piştgiriya madî tenduristî û derûnî heye.
Heyat Sefer got: "Kesek tune alîkariya min bike. Hest pê dikim min her tişt wenda kiriye. Jiyan gelekî xirab bûye û ez nizanim ez biçim ku deverê bi taybet jinên ciwan kar peyda nakin îcar ez ê bi vî temenê xwe çawa kar peyda bikim."
‘Pêwistiya me bi piştgiriyê heye’
Fatma Ebd El Kerîm jî li nav erdên çandiniyê kar dike dibêje: "Ez di çandiniyê de kar dikim ji bo debara jiyana xwe bikim. Lê belê kar giran e û xetere jî. Carnan pêwîstiya me bi veguhestina hin herêmên din heye ji bo em li kar bigerin. Ev yek min hîn dixe metirsiyan de. Ne ewlehî heye û ne jî awayên parastinê. Ev her dem dihêle ez di pêşeroja zarokên xwe de bifikirim û ez ê çawa ji wan re jiyaneke baş peyda bikim. Ez hêvî dikim kar li ser guhertineke erênî were çêkirin ji bo civakeke zêdetir bi ewle were avakirin bi taybet jinên Idlibê pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye ji bo zehmetiyan derbas bikin. Divê bernameyên parastinê û xurtkirina aborî werin aktîvkirin."