Li Idliba dagirkirî jinên koçber di şert û mercên zehmet de dijîn

Jinên ku li kampên Idliba di bin dagirkeriyê de di nava şert û mercên zehmet ên jiyanê de dijîn, bi rêbazên kevnar konên xwe temîr dikin, pêwîstiyên xwe yên sotemeniyê dabîn dikin.

HADEEL Al-OMAR

Îdlib-Polîtîkayên şer ên hêzên serdest bandorê li jiyana jin û zarokan dikin, bi hezaran mirovên ku neçarî koçberiyê bûne, hewl didin di şert û mercên zehmet de jiyana xwe berdewam bikin. Bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê HTŞ’ê de, jinên koçber ên di kampan de dimînin ji bo pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê rê û rêbazên cuda diceribînin.

Nuriya Al- Qadirî ya 38 salî ku ji bajarê Maarat Al-Numan ê Başûrê Idlibê koçî kampa Atma bûye, diyar kir ku ji ber konê ku tê de dimîne ziyan dîtiye konê xwe bi parçeyên naylon û plastîk hewl dide temîr bike û wiha got: “Ji ber zehmetiyên aborî, derfetên min ên ku ez konek nû bikirim nîn e. Kon di mehên zivistanê de kevin dibe û diqete û ji ber bihayê konan zêde ye em nikarin her sal yeka nû bikirin. Saziyên alikariya mirovî jî êdî van alîkariyan nadin.”

Bi kartonan hewl didin konan temîr bikin

Nuriya Al- Qadirî da zanîn ku alternatîfeke dina a jiyanê nîn e û wiha domand: “Ez bi naylon, karton, plastîk û hinek malzemeyan konê xwe nû dikim. Ez hewl didim konê xwe li dijî guherîna hewayê baran, lehî û bahozê bi rêbazên kevin qewîm dikim. Ez di tewa yekem a konê xwe de naylon û plastîkan bi kar tînim. Ev jî asteng dike ku av bikeve navê. Di tewa duyem de ji erka îzolasyonê bê dîtin ez malzemeyên ji kartonan bi kar tînim. Ketina bayê ji jor ve asteng dike. Di heman demê de bi darên sexlem çêdikim ji bo li piyan bimînin, ev jî ji ketin û çûyîn û hatinê diparêze.” 

Tepik dişewitîne

Rania Al- Yusu ya 39 salî ji cihê xwe bûye li kampa sînorê bajarokê Bakûrê Idlibê Aqrabatê dijî da zanîn ku ev nêzî sê salan e hewl dide pêwîstiyên xwe bi maliyetek kêm pêk bîne û wiha got: “Kamp ji navendên bajar dûre û em pêwîstiyên sotemeniyê pêk naynin. Ji ber qeyrana aborî, nirx zêdebûnê hêza me ya girtinê kêm dibe, hem dûrbûna me ya ji bajar û hêza girtina lawaze em nikarin sotemeniyê bikirin. Ez jî li alternatîfên ku bikaribin xwarinê çêbikin geriyam. Di encamê de min ji sergînan bi dest dixin pêwîstiyên xwe yên sotemeniyê bi cih tînim. Hem ez pê xwarinê çêdikim, hem ji bo germbûnê bi kar tînim. Çêkirina sergînan ez beriya dayika xwe fêr bûm.”

‘Jin qeyrana Sûriyeyê dijîn’

Derûnînas Ruaa Al- Salum der barê pirsgirêkên jinên ku ji cihê xwebûne de wiha got: “Lêgerîna jinên di kampan de dijîn ya riyên alternatîf kêmaniya xizmetê di kampan de derdixe holê ye. Jinên ku kêmaniya xizmeta civakî dibînin, di nava şert û mercên zehmet ên jiyanê de rêbazên cuda bi kar tînin. Jinên Sûriyeyê bi salan e di nava qeyrana Sûriyeyê de dijîn, ji cihbûn û bê îstîqrariyê dijîn. Tîmên gerok ên saziyên alîkariya mirovî, divê rola xwe ya di kampan de aktîf bikin û xizmetên civakî bidin. Jin û bi giştî malbatên ku li kampan divê pêwîstiyên wan ên bingehîn bên dabînkirin.”