Li Idliba dagirkirî jin tên darvekirin!
Li Idlibê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin, jin bi îdiayên cuda tên girtin û bêyî xizmên wan agahdar bikin, tên darvekirin. Aktivist Rola Hac Ahmed, diyarkir ku bi vê yekê hewl tê dayîn di nav civakê de tirs bê
SELAM AL-OMER
Idlib – Li Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tahrir Al-Şam (HTŞ) de ye, jiyana jinan roj bi roj dijwartir dibe. Jinên ku weke sinifa dûyemîn nêzîkatî li hemberî wan tê raberkirin, her roj bi binpêkirineke nû ya mafan re rû bi rû diminin. Ev rewş taybetî ji bo jinên ku bi hincetên cûda li girtîgehan tên girtin girantir dibe.
Jinên ku bi îdiayên cuda tên sucdarkirin, li girtîgehan tên girtin, îşkence li wan tê kirin, bi darizandinên neheq re rû bi rû tên û gelek caran bêyî mafê parastinê bidinê, di nava çend rojan de tên darvekirin.
Ji ber ku pergala darazê bi temamî di bin qontrola HTŞ’ê de ye, ne mimkûn e ku şefafî û edalet were pêkanîn.
‘Ji ber nexwest bi zewice hate qetilkirin’
Yek ji jinan Suad El- Gharib ya 38 salî got ku xwişka wê ji aliyê HTŞ’ê ve bi sûcdariya ‘zina’ hatiye qetilkirin, wiha got: “Xwişka min bê suc e. Bêbextî lê hate kirin û şahidên derewîn çêbûn. Ji ber nexwest bi endamek yê HTŞ re bizewice, bi sûcê kesek ku dixwest jê tolê hilîne hat darizandin. Xwişka min ji ber nexwest bizewice bi van sûcan hate girtin û di nava hefteyekê de hate darvekirin.” Suad El Gharib destnişan kir ku mafê malbatê nebû ku gilî bike yan jî parêzer bigrin û wiha got: “Em tirsiyan dema ku em îtiraz bikin em ê bi heman awayî tu encamekê negrin. Piştî mirina xwşka min ji aliyê civakê ve em jî hatin sûcdarkirin.”
‘Em hîn bûn ku piştî demekê keça min hatiye darvekirin’
Roaa Nasif ya 45 salî diyar kir ku keça wê bi îdiaya ‘sîxurtî’ û ‘hevkariya bi hêzên derve’ re hatiye qetilkirin û wiha got: “Keça min mirovekî pir baş bû, jiyanek aram derbas dikir. Çawa dibe ku sûcekî wiha li ser wê bê kirin? Nivê şevê keça min ji malê birin. Piştî wê çibûbû agahî nedan me. Piştî demekê em hin bûn ku hatiye darvekirin. Destûr nedan ku em merasima cenazeyê keça xwe li darbixin.”
Li gorî çalakvanên mafên mirovan, tewanên ku ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî jinan têne kirin di nav de ‘heqaret li Xwedê’, ‘hevkarîkirina bi hikûmeta Şamê an hêzên biyanî re’, ‘zina’ cih digrin. Piraniya van sûcdariyan, bêyî belgeyek eşkere tên kirin û darvekirin ya bi awayek eşkere yan jî bi awayek veşartî tên kirin.
‘Divê ji bo jinan qadên bi ewle werin avakirin’
Çalakvana mafê jinan Rola Hac Ahmed da zanîn ku tiştên tê jiyîn xirab bikaranîna olê û hewldana pêkanîna kontrola li ser civakê ye û got: “HTŞ jinan ceza dike û hewl dide di nava civakê de tirsê ava bike. Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Ji ber bi giştî ji bo hêz bi destxistinê jinan weke amûrekê bikar tînin. Ev rewş hertim jinan bi tundiyê, zexta civakê re rû bi rû dihêle. Bi van qetliam û darvekirinan li ser civakê tirs ava dikin û hedef dikin ku qade zextê bidin avakirin. Divê mafê jinan were parastin û jê re qadek bi ewle were avakirin.”