Li Huzistanê ji ber qirêjiya hewayê dibistan hatin girtin

Li eyaleta Huzistanê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde, dibistanên seretayî û navîn heta dawiya mehê hatin girtin û wê bi onlîne perwerde were dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Huzistan a Îranê qirêjbûna hewayê giha asta krîtîk. Ji ber qirêjbûna zêde bûye, dibistanên seretayî û navîn hatin girtin, ji 9’ê Mijdarê heta dawiya mehê wê bi onlîne perwerde bê dayîn.

Li gorî navenda Şopandina Kalîteya Hewayê, li bajarên wek Ahvaz, Hurremşehr, Mahşehr, Şuşter, Hoveyze qirêjiya hewayî di asta sor û mor deye. Rayedaran ragihand ku Ahvaz di kategoriya ‘gelek ne tendurist’ deye.

Pispor diyar dikin ku sedemên destpêkê yên qirêjiya, gazên fîler ên tesîsên petrolê, şewitîna baxên qamişê şekir, şewitandina çopê, şewatê li heza Havrizim e.

Serokê Sendîkaya Endezyara Avê ya Huzustan, Hamidreza Khodabakhshî got: “Eyalet di sala 2024’an de, rojekê tenê jî hewaya paqij ne dît. Qirêjî êdî gefê li jiyana milyonan mirovan dixwe.”

Li gorî daneyên Zanîngeha Tiba Cundişapur a Ahvaz, di nava salekê de 1.624 kesan ji ber qirêjiya hewayê mirin, tenê di meha cotmehê de 22 hezar kes ji ber nefestegiyê serlêdana nexweşxaneyan kirin. 

Serokê Şaredariya Ahvaz, Reza Amînî ragihand ku tedbîrên weke çandina daran û veberhênên veguhêzên giştî girtine, lê belê li gorî pirsporan ev hewldan li hemberî qirêjiya endustriyel û bermahiyên petrolê kêmin.

Îro Huzistan, ne tenê bi firtinayên tozê re, hemwext rûbirûyî krîzên qirêjiya hewayê ne. Pispor hişyar dikin ku ev rewş dibe ku bibe gefa hawirdor a herî mezin.