Li Humsê du jin hatin qetilkirin

Li taxa Muhacirîn a Humsê du jin ku ji aliyê kesên nasnameyê wan ne diyar ve bi awayek qetilkirî hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li taxa Muhacirîn a Humsê ya Sûriyeyê jina bi navê Newal Hisên (52) û Mêrvet El Nasirî (31) di malên xwe de bi awayek qetilkirî hatin dîtin. Nayê zanîn ku herdu jin ji aliyê kê ve hatine qetilkirin.