Li Hesekê komxebata ‘Têkoşîna jinên karker’
Li Hesekê bi sernavê ‘Têkoşîna jinên karker’ komxebatek hat lidar xistin. Endama Mekteba Jin a Şaredariyan a Kantona Cizîrê Jîn Bekir a beşdarî komxebatê bû tekez kir ku jin hemû qadan veguhertiye qada tekoşîn û berxwedanê.”
Hesekê – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê mijdarê Roja Tekoşîna Li Sijî Tundiya Li Ser Jinê, koordînasyona jin a desteya şaredariyan bi sernava ‘Têkoşîna jinên karker’ li xwarîngeha Marbêla a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û jinên di projeyan de kar dikin amade bûn. Di komxebatê de sê mijar hatin desgirtin. Mijara ‘Sîstema Hevserokatî’ ji aliyê Hevseroka şaredariya kantona Hesekê Sediya Kûtê ve, mijara “Têkoşîna jinên kedkar”j i aliyê Hevseroka Yekîtiya Jinên Kedkar Hemîda Ehmed ve, mijara “Rola mektebên jin yên şaredariyan di rêgirtina li ber tundiyê” ji aliyê Necbîr Hesen ve hate birêve birin.
Têkîldarî komxebatê Endama Mekteba Jin a Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Jîn Bekir ji ajansa me re nirxandin kir.
Jîn Bekir da zanîn ku jin di kîjan qadê de be tekoşîn dike û wiha axaftina xwe dewam kir: “Jina karker di her qadî de be ked, têkoşîn û berxwedanî dimeşîne. Di sîstema hevserokatî de jin li hemberî hişmendiya baviksalarî têdikoşe û kar û xebat dike da ku îrade, biryarê jinan derkeve pêş lewma di sîstema hevserokatiyê de têkoşînek mezin dimeşîne.”
‘Jin li ku derê be li wir têkoşîn heye’
Jîn Bekir di dewama axaftina xwe de wiha got: “Jinên ku di kargehan de kar dikin rastî zehmetiyan tên, ev zehmetî jî ji bo jinan dibe şidet. Wekî ku em dibînin di nav erdan de nêzî 20 jin kar dikin mêrekî wan birêve dibe çima? Yê ku ked dide jin e, lewma em dixwazin ev hişmendî ji holê rakin û jin bikaribe bi rehetî û azadî kar û xebatê xwe bide meşandin. Her jinek li ku derê be têkoşîn li wir e. Lewma em di wê baweriyê de ne ku wê tekoşîna jinan encamekî serkeftî bîne. Em wekî Mektebên Jin di şaredariyan de kar û xebat dimeşînin ji bo ku em projeyên kar li pêşiya jinan vekin û bi rehetî kar û xebatê xwe bimeşînin. Di heman demê de di riya perwerde û semîneran de hewl didin ku em guhertinek di hişmendiyê de çêkin û jinan pêşbixin.”
Di dewama komxebatê de beşdarvan niqaş li ser bilindkirina asta tekoşîna di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî hate kirin ku ev felsefe dê jinan ji hemû cureyên tundiyê biparêze.
Komxebat bi gelek pêşniyar û biryarên mîna vekirina derfetên kar ji bo jinan, avakirina mektebek jin di hundirê şaredariyan de bi taybet li ser tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan kar û xebat bimeşîne bi dawî bû.