Li Hesekê dibin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re Statu” meşek hat li dar xistin
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsê wê de li dijî gelê Kurd pêkhatibû meşek lidarxistin.
Hesekê – Bi wesîleya 27’an a salvegera komploya navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn meşek ji aliyê jinên ciwan û tevgera ciwanên şoreşger ve hate lidarxistin. Îro dibin pêşengriya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re Statu” meşek hate lidarxistin.
Meş li çarxerêya Kevokê dest pê kir, di kolana sereke ya taxa Muftî re derbas bû û li çarxerêya Şehîd Serhed veguherî mitîng .
‘Rêber Apo jiyanek azad û demokratîk ya alternafît afirandiye’
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hêvîn Ehmed teqez kir ku komploya 15’ê Sibatê heya roja îro dewam dike û wiha got : “Komploya navneteweyî li dijî porojeya Netewa Demokratîk hate pêkanîn. Rêber Apo ji roja destpêkê heya roja me ya îro bi feraset û hişmendiya Netewa Demokratîk şoreşê avakir û têkoşiya. Hêzên hegemon plan kirin ku bi bêbandorkirina Rêber Apo û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dikarin bigihêjin armancên xwe yên qirêj . Rêber Apo bi berxwedana girava Îmrali ya salan hîn xurt bû, mezin bû, veguherî Rêberê azadiyê yê jinan û tevahiya mirovahiyê. Fikrê Rêber Apo gerdûnî bû û di roja me ya îro de yekanê jiyana alternafît ya li hember modernîteya kapîtalîzim jî manîfestoya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîke.
Hêvîn da zanîn ku êrişa 6 'ê Çileyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên Kurdan e, bû komploya duyemîn a navneteweyî û wiha dewam kir :”Di 6’ê Çileyê de komplo hate nûkirin û êrişên qirkirinê dan destpê kir. Çawa ku komploya 15'ê Sibatê di şexsê Rêber Apo de êrişa ji bo qirkirina Kurdan bû, êrişa ku di 6 'ê Çileyê de dan destpêkirin jî dewama komploya 15’ê Sibatê ye.”
Hêvîn Ehmed di dawiya axaftina xwede wiha dibêje: “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li beramberî komplo û berdewamiya komplo her tim dinava berxwedanekê mezin de bibin. Emê ji îro pêde jî bi felsefeya “Ciwan fedaiyên Rêbe Apo ne” têkoşîn û berxwedaniya xwe bi hêz bikin.