Li Hesekê di dibistanekî de mayineke teqiya
Li hewşa Dibistana El-Mehdese ya li Zirganê ya girêdayî Hesekê, mayinek teqiya. Di encama teqînê de zarokek mir û 14 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Di encama teqîna mayinekî ya li hewşa Dibistana El-Mihdese ya li Zirganê ya girêdayî Hesekê de, zarokek mir û mamoste jî di nav de 14 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, teqîn di dema ku zarok li hewşa dibistanê dileyîstin de pêkhat. Di encama teqînê de zarokek mir û mamoste jî di nav de 14 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Hêj der barê sedema teqînê an jî rewşa tenduristiya birîndaran de agahiyên berfireh nehatine dayîn.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka sala 2026’an û vir ji ber teqîna mayîn û cebilxaneyên ku ji şer mane, 115 zarok, 13 jin û 154 jî mêr bi giştî 282 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de wiha 183 ji wan zarok, 17 jin û 258 jî mêr bi giştî 458 kes birîndar bûn.