‘Li herêmên dagirkirî hebûn, nasname û siberoja jinan tune ye’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê got: “Dewleta tirk giyan, raman, ruh û hebûna jinan dagir kiriye. Lewre li herêmên dagirkirî jin di xeteriyeke mezin de rû bi rûyê qirkirinê ne.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide bi rê û rêbazên cuda berjewendiyên xwe pêk bîne. Lewre ji gelek aliyan ve û bi taybetî li herêmên Sûriyeyê yên li ser sînorê wan, hewldanên dewleta tirk bênavber ji bo dagirkirinê didomin. Dewleta tirk bi riya bikaranîna komên çete yên di van salên dawî de derketin holê herêmên Bab, Ezaz, Cerablûs, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir. Li van herêmên ku jiyana aram û bi ewle dijiyan, bi dagirkeriyê re jiyana niştecihên wê veguherî dojehê.

18’ê Adarê 6’emîn salvegera dagirkirina herêma Efrînê ye. Dewleta tirk ku bi 72 balafirên şer, hemû cureyên çekên giran û çeteyan êrîşeke hovane bir ser Efrînê, gelê wê bi pêşengiya jinan 58 rojan têkoşiya berxwedana wan veguherî Berxwedana Serdemê ya li hemberî duyemîn hêza NATO’yê. Di van 6 salên dagirkeriyê de bi hezaran bûyerên hovane li Efrînê pêk hatin. Gelê wê tê qetilkirin, revandin û îşkencekirin. Her wiha di guhertina demografiya herêmê de, talankirina şûnwarên wê, ferzkirina ziman û çanda Tirkî, rûxandina goristanan, dêr û cihên pîroz ên Efrînê.

Di çarçoveya kiryarên li dijî jinên li herêmên dagirkirî dijîn û xeteriyên ku pê re rû bi rû dimînin, cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.

‘Berxwedana li hemberî dagirkeriyê berdewam dike’

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de bêdengiya ku li hemberî kiryarên dewleta tirk xwe dide der şermezar kir û wiha got: “Di 2018’an de şerekî mezin li herêma Efrînê de rû da ku ev yek ji aliyê dewleta tirk û hêzên pê re hevkar bûn pêk hat. Bi taybetî jî hêzên Rûsya ku qaşo weke hêzeke garantor li Efrînê bi cih bibû lê me dît ku Rûsyayê Efrîn di encama lihevkirinan de radestî dewleta tirk kir. Li hemberî vê komployê gelê Efrînê tevî hêzên wê berxwedaneke efsanewî nîşan dan. 58 rojan li dijî bombebarana 72 balafirên şer serî netewandin, mirov dikare bibêje ku ji şîrî heta pîrî li hemberî êrîşên dagirkeriyê serî hildan. Ev berxwedan heta roja îro jî berdewam dike ku tê dîtin çawa gelê Efrînê li Şehbayê di kampên berxwedanê de dijîn, tevî şert û mercên gelek dijwar jî dest ji bajarê xwe bernadin û bi mesafeyeke kêm nêzî warê xwe ne.”

 ‘Sûcên şer tên kirin lê hemû alî bêdeng in’

Mizgîn Xelîl bal kişand ser kiryarên ku di bin siya dagirkeriyê de li Efrînê pêk tên û wiha nirxandina xwe berdewam kir: “Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê re, tevahî komên çeteyên weke DAIŞ, Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û hwd. li derdora xwe kom kiriye ku niha herêmên dagirkirî weke navenda terorîzmê tê binavkirin. Li aliyekî din em dibînin ku demgorafiya Efrînê tê guhertin li şûna niştecihên wê yên resen malbatên çeteyan tên bicihkirin. Ev binpêkirin têrê nake, em dibînin dewleta tirk bang li koçberên cuda jî dike ji bo berê xwe bidin Efrînê ku qaşo herêmeke bi ewle ye. Kiryarên dewleta tirk pêk tîne, dikevin çarçoveya sûcên şer. Li gorî pîvan û hevpeymanên navdewletî divê ev kiryar ji nêz ve bên şopandin û li gorî wê gav bên avêtin. Li aliyekî din em dibînin gelê Efrînê yê ku qebûl nekir ji axa xwe koçber bibe, rû bi rûyê kiryarên hovane tê. Ji bo vê jî Efrîn di nava xeteriyeke mezin de ye û divê demildest çareserî bê dîtin.”

‘Dewleta tirk jiyana jinan veguherandiye dojeheke bêdawî’

Mizgîn Xelîl bandora dagirkeriyê ya li ser jinan wiha got: “Dema em dibêjin dagirkerî divê ku di çarçoveya teng a dagirkirina erdnîgariyê de neyê destgirtin. Dagirkerî di heman demê de, dagirkirina hebûn, raman, giyan, nasname û derûniyê ye jî. Lewre dewleta tirk li rex dagirkirina axa Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hwd. çarenûs, pêşeroj û jiyana wan jî dagir kiriye. Ev yek bi xwe re gelek kiryaran jî tîne, bi taybetî jî mixabin ku di dirêjahiya dîrokî de her dem jin û zarok dibin qurbaniyên şer. Ev yek ji bo mijara dagirkeriyê jî derbasdar e, jinên ku di bin siya dagirkeriyê de dijîn, ne xwedî jiyana xwe ango siberoja xwe ne. Ev rastî di herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin de xwe dide der. Bi taybetî jî demeke berê dewleta tirk der heqê hinek jinan de biryara darvekirinê da. Her wiha jin û zarokên keç tên revandin, rastî îşkenceyê tên, tên qetilkirin û rastî destdirêjiyê tên. Li jinan ceza bi bihaneyên vala tên birîn, çete bi hinek jinan re bi zorê dizewicin û gefan li malbatên wê dixwin.”

‘Em ê bi têkoşîna xwe tolê ji dewleta tirk bigrin’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de helwesta xwe wiha raber kir: “Kiryarên li hemberî jinan pêk tên exlaq, rêgez, ol, pîvan û hevpeymanên navdewletî binbê dikin û ev bûyer hatine belgekirin ku bi hezaran car bi raya giştî re jî hatine parvekirin. Ev kiryar planek e ji aliyê dewleta tirk ve ye ku bandorê li ser şoreşa jinan dike. Şoreşa me ya misogerkirina azadî, maf, nasname û hebûna jinan e, lê tiştên ku li herêmên dagirkirî dibin berovajî armancên me ne. Lewre ew hewl didin jinan bikin kole, jinan ji maf û nasnameyê tecrîd bikin. Ji bo vê em dikarin teqez bikin ku niha dewleta tirk û çeteyên wî jinan li herêmên dagirkirî qir dikin. Bêguman em ê jî li hemberî van planan bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî û rûmetê berdewam bikin û bi vî ruhî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî li ber xwe bidin. Em ê tola van jinan bigrin û pêşengiya serkeftinê bikin.”