Li Herêma Kurdistanê û Îranê kareseta lehî û berfê: 30 kes windabûn
Li Herêma Kurdistanê, di encama barîna berfê ya li zozanên Lolan ya ser bi bajarokê Sîdekanê de agahî ji 21 kesan nayê girtin. Heyva Sor a Îranê jî, ragihand ku ji ber lehiyên li Xuzestan û Kohgiluyeyê, 9 kes winda bûne.
Navenda Nûçeyan – Berf û lehiyên dijwar ên li herêmên cûda yên Îran û Herêma Kurdistanê, bûn sedema windabûn û mirina gelek kesan. Her wiha ji ber girtina rêyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi zehmetî didomîn.
Heyva Sor a Îranê, ragihand ku di 48 saetên dawî de di encama lehiyên li Xuzestan û Kohgiluye-Buyer Ehmed de, 9 kes windabûne û çar kes jî ji ber berf û lehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Agahî ji 21 kesan nayê girtin
Li gorî çavkaniyê xwecihî yên Herêma Kurdistanê, ji duh êvarî ve, li zozanên Lolan ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, barîna berfê destpêkiriye û heya niha jî dewam dike. Hate zanîn ji ber barîna berfê agahî ji 21 kesan nayê girtin. Tê gotin 13 kes ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û yên din jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
Derbarê nasnameya wan de agahî nehatine standin, dibe ku ew kes koçer bin yan jî geştiyar bin.
Li herêmê ji ber barîna berfê rêya gelek gundan hatiye girtin.