Li herêma Baxşan a Sarawanê di pevçûnan de mirî û birîndar çêbûn

Li herêma niştecihbûnê ya Sarawanê, di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar de pevçûnek 9 saetan çêbû. Di encamê de gelek kes mirin çêbûn û hê jî fikarên der barê ewlehiya sivîlan û asta zirara çêbûyî de didomin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Baxşan a Seravanê, ya eyaleta Sistan û Belûcistanê, di navbera hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê û kesên çekdar de pevçûnek nêzî 9 saetan qewimî. Li gorî çavkaniyên herêmî, di dema pevçûna li herêma niştecihbûnê de, hejmareke zêde ya yekîneyên leşkerî hatine bicihkirin, rê hatine girtin, çekên sivik û giran û her wiha balafirên bêmirov (ÎHA) jî hatine bikaranîn.

Welatî bi hêzên ewlekariyê re rûbirû man

Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcistanê ragihand ku ji serê sibehê ve bi sedan personelên leşkerî û polîsên bi cilên sivîl, bi wesayîdên leşkerî û zirxî li herêma pevçûnê hatine bicihkirin û riyên ku diçin herêmê hatine girtin. Li gorî raporê, welatiyên hewl didan nêzî herêmê bibin, bi hêzên ewlehiyê re rûbirû mane.

Tora Mafên Mirovan ragihand ku dengê çekan û teqînê ji deverên cuda yên Baxşanê hatiye bihîstin û ambulans sewqî herêmê hatine kirin. Hat îdiakirin ku gelek personelên leşkerî û ewlehiyê birîndar bûne.

Pevçûn, bi firîna dronên çavdêriyê, gihîştina hêzên piştgiriyê û derxistina birîndaran bi saetan e berdewam dikin. Li gorî nûçeyên ji herêmê, di dema pevçûnan de avahiyek niştecihbûnê bi topên giran hatiye hedefgirtin.

3 Sûpayê Pasdaran û 4 kesên bi çek hatin kuştin

Di heman demê de, Baregeha Qudsê ya Hêzên Bejayî yên Supayê Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ragihand ku sê endamên Supayê Pasdaran û çar kesên çekdar di pevçûnan de hatine kuştin. Li hemberî vê, Eniya Şervanên Gel daxuyaniyek weşand û îdia kir ku çeperek yek ji yekîneyên wan a li Baxşanê, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatiye hedefgirtin. Komê diyar kir ku leşkerên wan ên piştgiriyê dikaribûne dorpêçê qismî bişkînin û hinek kesên li herêmê asê mane derxin.

Heta niha tu agahiyek fermî nehatiye dayîn

Tevî van daxuyaniyên bi nakok, hê jî tu agahiyên serbixwe yan fermî der barê hejmara rast a mirî û birîndaran de ji bo herdu aliyan û rewşa kesên li cihê bûyerê nehatine dayîn.

Fikara sereke ew e ku pevçûn li herêmek niştecihbûnê ku ji bo nifûsa sivîl xeterek çêdike qewimiye. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dengê çekan li nêzî malan û girtina riyên derdorê hatiye bihîstin. Lê belê der barê tehliyekirina niştecihan, ewlehiya jin û zarokan, an jî mirina sivîl de agahiyên zelal tune ne.

Piştî ku pevçûn kêm bû jî hebûneke zêde ya leşkerî li herêmê berdewam kir. Rewşa niştecihên Baxşanê û asta zirara li mal û milkên wan hê jî nediyar e.

Ji bo temaşekirina vîdyoyê li vir bixin.