Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Omer Koç ê 18 salî ji ber teqîna cîsmekî li mezraya Kokê ya girêdayî navçeya Hênê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Amed – Li mezraya Kokê ya gundê Qedişt ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê cîsmek teqiya. Di encama teqînê de Omer Koç ê 18 salî û H. Koç ê 15 salî ku pez diçerandin birîndar bûn.

Omer Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Birayê din ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.