Li Hemedanê 6 jinên Bahaî hatin girtin

6 jinên Bahaî yên binavê Neda Mohîbî, Farîda Eyubî, Zerrindokht Ehadzade, Jale Rezaî, Atefe Zahedî û Nura Eyubî, piştî ku ji bo Xizmeta Îslahê ya Hemedanê hatin gazîkirin, hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Neda Mohîbî, Farîda Eyubî, Zerrindokht Ehadzade, Jale Rezaî, Atefe Zahedî û Nura Eyubî yên hemwelatiyên Bahaî yên li Hemedanê dijîn, piştî ku ji bo Xizmeta Îslahê ya Hemedanê hatin gazîkirin, hatin girtin û sewqî Girtîgeha Hemedanê hatin kirin.

Li gorî biryara ji aliyê Şaxa Duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Hemedanê ve hat dayîn, Neda Mohîbî 7 sal û heşt meh cezayê girtîgehê, Farîda Eyubî, Zerrindokht Ehadzade, Jale Rezaî, Atefe Zahedî û Nura Eyubî jî mehkûmê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin kirin.

Neda Mohîbî heft sal û heşt meh cezayê girtîgehê, lê Ferîde Eyubi, Zerrîndoxt Ehadzade, Jale Rezai, Atefe Zahedi, û Nura Eyubi her yek şeş sal û sê meh cezayê girtîgehê wergirtin.

Dadgehê, 3 sal ji cezayê Neda Mohîbî û du sal jî ya ji Zerrindokht Ehadzade, Jale Rezaî û Nura Eyubî taloqkir.

6 jinên Bahaî bi sûcdariyên "propagandaya li dijî Komara Îslamî" û "avakirina çîn an jî komeke neqanûnî ya girêdayî baweriya Bahaî" tên darizandin.

Her wiha hate diyar kirin ku her 6 jinên Bahaî beriya niha di 7’ê Mijdara 2023’an de li Hemedanê hatine girtin û di meha Kanûna heman salê de bi kefaletê demkî hatibûn berdan.