Li hemberî feraseta tundiyê em xwedî hêza guhertinê ne – ANALÎZ
Li hemberî kuştinan em ê hesab bixwazin, em ê bi xwe bibin dozger û kujeran eşkere bikin. Bêguman şîdet ne bi kêlî û rojek ve sînordar e lewma bi berdewamî bi wî ruhê têkoşîn û çalakî pêwist in. Heya em jiyan û hawirdorek bi aram hîs nekin em ê nesekinin.
ZÎLAN VEJÎN
Jin bi xwerêxistinkirin, zanakirin, parastin û avakirina civaka demokratîk ber bi 25’ê Mijdarê ve dimeşin. Ew rojek diyarkirî ye lê her roj, her kêlî tundî di şexsê jinan de li ser hemû civak û hewirdorê tê meşandin.
Bi munasibeta wê rojê jin di her qada jiyan û xebatê de bi dirûşmên cur be cur çalakiyên cihêreng li bi rêxistin dikin, li hev kom dibin, nîqaşan dikin û bernameyan amade dikin. Di her kombûn, çalakî û helwestek li hember tundiyê de zanistî û hişyariya jinan û civakê kûr dibe û bi pêş dikeve. Jin li her welat, bajar, navçe û gundan li gorî rewşa jinan polîtîkayê diyar dikin û plansaziya xwe ji bo wê rojê diyar dikin. Ew hêz û cesaretek mezin dide her jinek ku bikaribe tevlî marasîm û çalakiyên li dijî tundiyê bibe. Bêguman tundî tenê bûyer û kêliyek di jiyanê de nîn e, wek hişmendî û şêweyek jiyanê lê hatiye û di hemû qadan de bi şeklê vekirî û sergirtî li ser jinan tê kirin. Hişmendiya ku cîhana me ber bi têkbirin û hilweşîna ruhî, jingehî û cesteyî ve dehf dide, di serî de ew bi tundiya li ser jinan di mal, kolan, dibistan, cihên kar û hwd. destpê dike û li her derê bê tirs û fikar wê yekê dike.
Tundiya herî zêde û veşartî di nava mal û malbatan de ye
Cureyên tundiya herî kûr, zêde, dijwer û sergirtî jî di nav malê û malbatê de ji aliyê kesên herî nêzê jinan we tê kirin. Şêweya herî zêde hesab jê nayê xwestin û weke tawan nayê dîtin, jî ew tundiya di nava malê de ye. Ji ber bav e, bira ye, hevjîn e û xizmên wê derdor ji nêz de xwediyên wê ne û ew rewabûnê dide wî kesî. Ji ber namûs e, mal e, milk e, hevjîn e, xwişk e û mecbûr e qebûl bike, dengê xwe neke ji ber parazvana namûsê ye. Wê mecbûriyetê jî bi hişmendiya kevneperest û zaynedperstiyê jin neçarê wê tên kirin ku qebûl bikin, bê deng bin, namûsa malbatê biparêzin. ew ferdek jê nayê bawerkirin e, mafê wê nîn e ji ber ya jê re layîq tê dîtin ew e, lewma bêdengî û neçarî wek bijarteya yekem daye pêş. Ew hişmendiya zilamek di malê de ye bi çi sifatê be, bingeha wî û çavkaniya wî xwe dispêre hişmendî û pergala dewletê. Ji ber di qanûna esasî ya her dewletek de ew kiryar bê tawan û bê hesab tê hiştin. Ji ber dewlet bi wê tundiya ku zilam li ser jinan dimeşîne li ser lingan dimîne. Stûna esasî ya dewletê li ser piyan digre jî tundiya di mal û malbata ku dendika avaker, mezin kirin û berfirehkirina dewletê ye. Ew şêweya malbatê nebe dewleta îro jî nikare weke dixwaze bike û birêve bibe. Ji bo wê jî herî zêde têkoşîn li hemberî hişmendiya malbatgerî pêwist e. Malbata ku her roj jinan di hêla ruhî û fîzîkî tê qetilkirin. Di ferasta malbatê de jin weke mal û milk e, xwediyê wê heye û ew di wê mal û malbatê de ne ya xwe ye. Siyaseta dewletê di serî de ji bo jinek çawa û li gorî çi bijî di mal, cihê kar û derve çawa be hatiye diyarkirin. Ji bo derbaskirin û guhertina wê hişmendiya malbatgeriyê têkoşîna bîrdozî divê li wê derê were meşandin.
Heya niha tu dewletek amarek rast û fermî der barê tundiya li ser jinan de neweşandiye, bi taybetî ji wan welatan Îran, Efganistan, Tirkiye, Pakistan û Sûdan in herî zêde jin li wan welatan tên kuştin. Ew hem ji ber hişmendiya dewletê hem jî ji ber mezhebgeriya ku li ser tundrewiyê kûr bûye bingeh digre. Saziyên mafên mirovan ên di wan welatan de xwe bi rêxistin kirine û kar dikin jî di wê mijarê de tu amarek wan a piştrastkirî tune ye. Ji ber mecbûr in di çarçoveya zagonên heyî de tevbigerin. Dema qanûna esasî ya dewletan dixwînî gelek madeyên girêdayî wekheviya di navbera jin û mêr de hene lê pabendbûna bi wan madeyan re nîn e û ew weke formalite ne, demokrasiya wan li ser rûpelan e. Esas ên ku wan zanûnan jî nivîsandiye ew hişmendî bi xwe ye. Dadgeh û dozger jî ew in û yên hikum diyar dikin jî ew hişmendî ye. Hişmendiya ku hiqûqa bêhiquqiyê disepîne ne gengaz e ku ji tu kujerek jin hesab bixwaze û ceza bike. Her zilamek ku jinek dikuje cesaretê ji dewletê digre ji ber dizane ku dewlet li pişt wî ye.
Di serdema herî pêşketî ya zanist û têknolojiyê de kuştin tacîz û tecawiz û revandin
Lê gorî amarên heyî jî herî kêm rojane ji sê jinan yek tê kuştin û rastî tundiyê tê. Gelo ewqas kuştin û xwekuştin çima zêde dibe? Di serdemek ku herî zêde behsa hiqûq, qanûn, vekhevî, demokrasî, azadî û mafên mirovan tên kirin de, çima jin û civak bi rewşek wiha ya rûxîner re rûbirû ne? Di serdema herî pêşketî ya zanist û têkolojiyê de çima ew çend kuştin, tacîz û tecawuz û revandin heye? Ew pirs divê ku rojane her ferdek civakê bi taybetî mêr ji xwe bikin û bersivên li gorî heqîqeta civak û jinan jê re bidin. Ew hişmendî ne tenê jinn dikuje bi qasî jinan niha rewşa mêran jî di xwekuştinê de gihîştiye rêjeya metirsîdar. Mêr hem kujerên jinan û xwezayê ne hem jî kujerê xwe bi xwe ne. Di şexsê zilam de pergal û hişmendiya heyî derûniya mirovan ber bi xwekuştinan ve dehf dide. Êdî mesele tenê rewşa jinan nîn e ew kujerê kastîk bi xwe xwe jî dukuje. Ji bo pêşîgirtina vê yekê jî ji hucreya herî biçûk, di malbatê de sererastkirin, guhertin û veguhertin pêwist e.
Di şere cîhanê yê sêyemîn de bilindbûna xetera selefîtiyê
Şerê cîhanê yê sêyem jî di jiyana civak û mirovahiyê de gelek qeliştek û birînên kûr vekir. Bermahiya vî şerî koçberî, feqîrî, birçîbûn, bê nirxbûna mirovan weke tundiya herî berbiçav xwe li ser jiyanê ferz kiriye. Bêhêvîtî, û bêheyecaniya jiyanê bi mirovan re tundiyek bêsînor ava kiriye. Manewiyata jiyanê nemaye dema ew nebe aramiya jiyanê û mirovan xirab dibe û derûniyek ku ber bi tundiyê ve diçe çêdibe. Ev yek şer, nijadperestî, zayendperstî û mezhebperestiyê di civakê de kûr dike û nakokî, şer û kêbirkêya di navbera hêzên desthilatdar de zêde dike û derfet ji bo pêşxistina ferasetek cîhana madî û lawazkirina cîhana manevî ye. Herî zêde jî li ser wan bîrdoziyan tundiya ku bi kuştin û revandina jinan û talankirina xwezayê tê kirin heye. Rewşa ku herî dawî bi wî şerî bi ser jin û gelê Elewî, Durzî û Filîstîn pê re rûbirû man ji ber wê bû. Encama wî şerî ji hêla îslama tundrew ve li herêmê bi awayekî berfireh xwe bi rêxistin kiriye, rêxistinên çete yên weke talîban û HTŞ’ê anîne ser hikumetê bi wan rêxistinên cîhadîst re hemû armanc ew e ku ev hişmendî hukumraniyê bike. Di heman demê de li Ewropayê çemkên rastgiriyê bi awayekî berbiçav bi pêş dikevin û metirsiyek pir cidî di şexsê jinan de li ser civakê ava dibe. Modela çarşeva reş weke baweriya bi îslamê û Xwedê didin diyarkirin û qebûlkirin. Ew nimûneyên wê her car li cihekî derdikevin pêş. Mînaka wê jî li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Banê çêbû. 500 Selefiyan jinan bi çarşevan weke mersîmek nîşan dan. Li her derê ew hişmendiya mezhebî, nijadperstî û zayendperestî bi awayek li ser kar e. Di wê demê de li Başûr û Rohilat xetera herî mezin jî mezinbûna rêxistina selefiyan e. Bi avakirina van rêxistinan çandên cuda, bawerî û ayînên cuda ji holê radikin. Ya anîn serê jinên Êzidî, Durzî û Elewî jî ew bû ji ber ku yên wê çand û baweriyê didomînin jî jin in. Her ku dem derbas dibe rêxistinên îslama siyasî li hemberî têkoşîna azadiya jinan xwe berfireh dikin. Bi dîtina wê xeterê divê ku her jin xwe dûrî wan rêxistinên bi wî awayî bide, ji ber ku ew jî xefikên sîstemê ne.
Bi belavkirin û bikaranîna madeyên hişbir ciwanan ji hebûn û nirxên wan dûr dixin
Li Iraqê hişmendiya mezhebî ya şîageriya, zaynedperestî zagonên şerîetî ji bo zewaca di temenê biçûk de erê kirin. Li Tirkiyeyê kuştina Narîn û Rojîn Kabaîş rûyê rast ê wan dewletan dide nîşandan. Her wiha bikaranîna madeyên hişbir weke polîtîkaya rizandina ciwanan dewlet bi kar tîne. Bê hiş, hest û refleks dike, însanan ber bi xefikên pergalê ve dehf dide. Bi belavkirin û bikaranîna madeyên hişbir ciwanan ji nirxên wan dûr dixin û bêwate dikin. Madeyên hişbir bûye weke dermanê rojane ji bo ciwanan û di nava pencên pergalê de wan dihelîne. Hebûn û pêşengiya ciwanan bi tunebûnê re bêwate dikin. Bi wê şêwazê herî zêde tundiyê bi destên ciwanan didin kirin. Ew li îranê jî û li gelek welatan jî bi wî awayî ye.
Jixwe li welatek weke Îran û Efganistanê jin bi her cure tundî û qedexeyê rerûbirû ne. Li wan welatan jin ji bo maf û jiyanê di nava berxwedanî û têkoşîna bêhempa de ne. Li Efganistanê biryara odeyên bê pencere ji bo jinan girtine û çêdikin. Xwendin ji bo keçên ciwan daxistine pola şeşan û heya zanîngeh jî heger bixwînin li gorî hişmendiya zayendperestiyê di beşên weke aborî tendirustî, siyasî, endezyarî û gelek beşên din de nabe bibin xwedî pêşe. Tu jinek bêyî ku zilam û zarokek kur li gel be nikare derkeve kolanê. Jixwe di nava çarşefê de hatiye dorpêçkirin. Ew bi xwe tundiyek kûr a derunî ye ji bo jinan.
Girtîgehan kirine navendên tundiyê û cihê têkbirina derûniya jinan
Îrana ku bi Efganistanê re cîran e û gelek xwe ji wî welatî pêşketîtir dibîne, di mijara jinan de heman kiryar û siyasetê birêve dibe. Bêsînor jin têne girtin, îşkencekirin, qetilkirin û darvekirin. Girtîgehan weke navenda tundiyê bi kar tînin û ji bo pêşîgirtina jinan bi kiryarên ku di wan girtîgehan de bi ser jinan de tînin hewl dide dîwarê tirsê ava bikin lê mixabin heya niha tu encam ji wê siyaseta xwe negirtiye. Di girtîgeha Qerçekê de jin ji ber şert û mercên xirab, ne tendirust û bêderfetiyan jiyana xwe ji dest didin, dewlet rûkêşa nexweşiyê lêdike. Girtîgehan kirine navendên tundiyê û têkbirina derûniya jinan. Di demek ku herî zêde rejîm lawaz bûye de, hêrs û nefreta xwe li ser jinan vala dike û rojane bi dehan însanan darve dike. Cihekî wekî Nîdametgeh ku ji bo teslîmgirtina însanan bi kar tîne û nêzîkatî û siyaset jî li wê gorê diyar dike. Ev hemû êrîşên li ser hebûna jinan in. Hebûna jinan di her qadek de, hebûneke siyasî ye û daxwaza jinan a azadî, vekhevî û demokrasiyê weke metirsiyek tê dîtin. Rejîm jî dizane, di İranê de jin xwedî potensiyela serhildan, guhertin û pêşengiya civakê ne. Lewma bi berdewamî tundiyê li hemberî jinan zêde û rewa dikin. Li hemberî hemû kiryarên ku rejîm li ser jinan disepîne jin bi hêz û îradeyek mezin berxwedanê raber dikin û têkoşînê didomînin.
Li cihê ku xweza tê tunekirin jin û jiyan jî tên tunekirin
Lê yek ji rewşên ku niha xeter û tundiyê zêde dike qeyrana li ser jîngehê ye. Ji ber hişmendiya dewletê daristan tune dibin û zêdebûna bendavan kanî, çem û gol zuha dibin, zêdebûna şer û bikaranîna çekên kîmyewî jiyana hemû zindiyan xistiye nava xeteran. Vê yekê barê jiyanê li ser jinan giran kiriye ji ber ku di jiyana rojane de bar hemû li ser milên jinan e. Li cihê ku xweza tê tunekirin jin û jiyan jî tên tunekirin. Lewma bi divê têkoşîna ku li hemberî tundiya li ser jinan tê raberkirin, li hemberî tunekirina jîngehê jî têkoşînek berfireh bi rêbazên cuda û çalakiyên cihêreng were meşandin. Jiyana li derdora jinan, bi ked û hezkirinê, di nava hewirdora hêşîn û bi bereket de bi rêxistinkirî bi wate ye.
Em ê bi xwe xwediyên xwe bin
Li hemberî hişmendiya mêrsalar jin xwedî gelek sazî û rêxistin û tevgerên serbixwe ne. Jinên birêxistinkirî û zana, xwe diparêzin û birêve dibin. Di serî de li Kurdistanê bi ruhê felsefeya jin jiyan azadî divê têkoşîn li hemberî her awayê tundiyê were meşandin. Ne ji qanûn û dozgeriya dewletê bendewariya maf û edaletê kirin bi hevgirtin, rêxistinkirin xweparastin û biryarên jiyana xwe bi feraset û lêgerîna azadiyê dayîn be. Em ê çawa bifikirin, çawa bijîn û çi bikin em ê li gorî feraseta azadiyê bi xwe diyar bikin. Em ê bi xwe xwediyên xwe bin û hebûna me ji bo civakek demoratîk e ne ji bo malbatek zayendperest e. Em jin xwedî rol û pêşengiya dîrokî û civakîbûna ya komînal in. Bi pîvanên bîrdoziya rizgariya jinên azad, bi îradebûn, bi azwerî û rêvebirinê wê jin pêşeroja xwe diyar bikin.
Li hemberî tundiyê hêza herî esas xwe perwerdekirin, zanebûn û awayê jiyanê ye. Her jin divê weke pîvana hebûnê bibîne û esas bigre. Em çiqas têbikoşin, guhertinan di hişmendiya mêrsalar de çêbikin ewqas pergal dê biguhere, parastin ava bibe û jiyan, jin û xweza di seyra xwe de biherikin. Ew hişmendî tenê tundiyê li ser ruh, beden û hişê me nake li ser hemû jiyana mirovahî û zindiyan metirsiyê ava dike.
Bi qasî em xwedî nasnameya xwecihî ne em ew çend jî xwedî nasnameya gerdûnî ne
Di serî de weke jinên Kurd ku xwedî nirx, destkeftî û derfetên gelek mezin ên dîrokî ne, em dizanin ku ev hemû bi bedelên bêhempa yên hemû jinên têkoşer hatine avakirin li ser wê mîrasê em ji xwecihî ber bi gerdûnîbûnê ve bi nasname û rêxistin bûn. Bi qasî em xwedî nasnameya xwecihî ne em ew çend jî xwedî nasnameya gerdûnî ne ew xisleta têkoşîna tevgera azadiya jinên Kurd ku li ser bingeha felsefeya jin jiyan azadî ava bûye. Em weke jin di serî de xwedî yek nasname ne. Li her çar aliyên cîhanê jî em bi heman hişmendiyê re rûbirû ne. Lê em bûne xwedî hêza mezin rêxistinkirin û hevgirtinê. Di wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi wê hêz û hêviyê pêwist e, her cihê ku tundî lê heye em weguherînin aramî û cihê jiyana azad. Parastina xwe di mal, kolan, gund û bajaran de bi xwe rêxistinkirinê tê mîsogerkirin. Di têkoşîn û xebatê de kolektîfbûyîn, jiyanê li ser feraset û hişmendiya komînal komînan em rêxistin bikin. Ji bo em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîjînin armanca wê erkên me yên esasî ev e. Wê demê em ê bikaribin di ewlehiyê de bin.
Li hemberî kuştina her kesek em ê hesab bixwazin, em ê bi xwe bibin dozger û kujeran eşkere bikin. Li hemû qadên ku dewletê ji bo me jinan qedexe kirine, astengî ava kirine û hişmendiya zayendîperestiyê li ser serwer kiriye, em ê komînên xwe bi rêxistin bikin. Pêwist e em jiyanê bi hişmendiya jinên azad birêsin, di siyaset, hiqûq, perwede, zanist, dîplomasî û tifaqan de û li her derê em ê hebin û em ê feraseta demokrasî û azadiyê bidin jiyandin. Bi munasebeta 25’ê Mijdarê hemû tevger, rêxistin û saziyên jin bi daxuyaniyan bername û rêzeçalakiyên xwe diyar kirin û her roj di nav çalakiyan de ne. Bêguman şîdet ne bi kêlî û rojek ve sînordar e lewma bi berdewamî bi wî ruhê têkoşîn û çalakî pêwist in. Heya em jiyan û hawirdorek bi aram hîs nekin em ê nesekinin.
* Rêveberiya KJAR