Li hember bîrdoziyên serdest alternatîfên jinan – ANALÎZ
Jin di tevliheviya Rojhilata Navîn a di nav şer û krîzan de ye, bi du alternatîfên ku ew ê qedera wan diyar bike re rû bi rû ne: Yan ew ê reformên di nav pergalên heyî de erê bikin, yan jî ew ê teslîmî bîrdoziyên paşverû bibin. Lê rêyeke sêyemîn jî heye…
BIHAR AVRÎN
Li tevahiya dinyayê û bi taybetî jî li erdnîgariyên ji aliyê şer û pevçûnan ve hatine dorpêçkirin ên wek Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan di qonaxên tengav re derbas dibin. Jin pêwîst e li kîjan alî û bi kîjan stratejiyê cihê xwe bigirin? Çareseriyên alternatîf ên ji bo azadiya jinan, kîjan in? Jin dê di nav avabûnên heyî yên hêzê de bi çêkirina reforman azad bin? Ev pirs bi taybetî jî li diyarê jinên Rojhilata Navîn disekinin. Pergalên serdest ên li herêmê, du xetên bîrdozî li jinan ferz dikin: Yan ew ê bi reformên di nav pergala dewletê de qayîl bin, an jî ew ê sînorkirinên ku bîrdoziya siyasî ya Îslamê û normên wê yên paşverû li wan ferz dike, erê bikin.
Ev raman, hewl didin ku di çarçoveya doktrînên olî de jinan di nav malbata bavsalar û di malê de dîl bikin. Bi vê yekê re jî, rola civakî ya jinan ji destê wan distînin. Di atmosferek wiha de ji bo jinan kîjan têkoşîn û çarçoveya ramanê dikare bibe alternatîfek baş? Ji ber ku her yek ji van alternatîfan, zext û newekheviya li hember jinan bi awayên cuda ji nû ve ava dikin û çerxa ku serê jinan ditewîne, berdewam dibe.
Bê guman li Sûriyê piştî ku dîktatoriya Beşar Esad têk çû, komên cîhadî li herêmê xurt bûn. Bi vê yekê re ev alternatîf hem di aliyê teorîk hem jî pratîkî de, pêwîst e ku li hember netewperestî, zayendparêzî, dewlethezî, Îslama hişk û kapîtalîzmê, di nav eniyek berfireh de belav bin. Ger ku wisa nebe, ew ê rewşa jinan ji her demê dijwartir be.
Rêya sêyemîn a jinan
Di vê astê de “rêya sêyemîn” dikare bibe çareseriyek stratejîk. Meylên dewlethez û Îslama siyasî, tenê ruxandin û xwînê anîne. Her wiha, bingehek ku faşîzmê xwedî dike, amade kirine. Lewma rêya sêyemîn, meyleke demokratîk a ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî temsîl dike. Ev rê hemû derdorên ku ji aliyê pergalê ve hatine derkirin, marjînalkirin û tune hesibandin, digre nav xwe. Rojhilata Navîn ji her demê zêdetir îro hewceyî vê çareseriya demokratîk e.
Ev meyl, nêzikatiyek dewlethez red dike û rêyên demokratîk, konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk digre nav xwe. Têkoşîn û birêxistinbûna jinê jî dikare di çarçoveya hêmanên vê rêya sêyemîn de teşe bigre. Avakirina kom, rêxistin, komun û torên jinan, ew ê çareseriyek alternatîf ava bike. Kooperatîf û qadên ekolojîk, dikarin bingehek ava bikin ku di nav jinan de piştevaniyê xurt bike û derfetên nirxandina pirsgirêkên jinan peyda bike. Ev kooperatîf û komun, divê xwedî xweparastin, perwerdehî û qabîliyetên xebata bi hev re bin.
Femînîzma dewlethez û meylên lîberal
Meylên femînîst ên dewlethez û lîberal, bawer dikin ku di nav pergala heyî de bi rêya guhertinên yasayan dikarin guhertinên bingehîn pêk bînin. Hinek kom jî, bi piştgiriya dewletê têkoşîna jinê didomînin. Piştî ku têkoşînên radîkal ên tevgerên femînîst ku li hember pergala heyî destpê kirine, pergalê bi awayên cuda hewl daye ku têkoşîna jinan lîberal, marjînal bike û ji cewhera wê dûr bixe.
Baweriya ku dibêje tenê guhertinên yasayî ew ê rê li ber azadiya jinê veke, zirara herî mezin daye têkoşîna jinan. Guhertina yasayan helbet girîng e, lê bi tena serê xwe nikare jinê azad bike. Heta ku jin li derveyê avabûnên hêz û dewletê ji bo xwe alternatîfan ava nekin, nikarin bigihên encamek baş. Lewma jî pêwîst e xwezaya jinan a pir alî û koka wan a dîrokî, çandî û civakî li ber çav bê girtin û li ser alternatîfan bifikirin.
Hewldanên sîstematîk ên ji bo lawazkirina piştevaniya jinan
Pergalê her tim hewl daye ku têkiliyên erdnîgarî û civakî yên jinan bibire û di nav têkoşînên wan de cudahiyan ava bike. Lewma jî pêwîstiyên dîrokî û têkoşer, berfirehkirina têkoşînên siyasî û rêxistinî ya jinan û xurtkirina piştevaniya wan, ferz dike. Yekîtiya di nav jinan de, di têkoşîna li hember zilmê de roleke diyarker dilîze.
Yek ji xalên ku têkoşîna jinan lawaz e, lêhûrbûna tenê çînek e (bi piranî jinên perwerdebûyî û jinên çîna navîn). Kêmasiya stratejeyek ku hemû jinan digre nav xwe, dibe sedem ku di nav têkoşîna jinan de qutbûn çêbin û di pêvajoya pêşketinê de kêmasî derkevin holê. Bi piranî têkoşînên jinên ji çînên jêrîn û komên cuda yên etnîkî ne, bi awayekî aşkera tê nirxandin lê ji bo van jinan stratejiyên taybet nayên pêşxistin. Ev jihev qutbûn, çavkaniya xwe ji cudahiyên di navbera navendê û derdorê de distîne û dibe yek ji tengasiyên herî mezin ên ku tevgera jinê lê rast tê.
Ev nêrîn, zirar dide baweriya di nav jinan de û piştevaniyê asteng dike. Lê di salên dawî de tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye, yekparetî û pêşengiya jinên li herêmê, bi awayekî aşkera nîşan daye. Ev tevger bi berxwedana jinên Belûcî, Kurd û Efgan a ku li hember zextan bi coş, çalak û radîkal hatiye nîşandan, veguheriye tevgerek şoreşger. Ev jin ji ber nasnameyên xwe û xonaxên xwe yên çînî, bi tevî jinbûnê di bin zexta du alî de ne.
Berxwedana jinan û alternatîf
Nêrîneke oryantalîst û yek alî, dikare jinên li Rojhilata Navîn tenê wek mexdûr nîşan bide. Ev nêrîn, çalakî û berxwedanên jinan nîşan nade. Lê tecrubeyên jiyana van jinan, ji bo şoreşa jinên li Rojhilata Navîn dikare bingehek avakar pêk bîne. Ji tecrube û fikrên hevpar ên jinan sûd bê girtin, dikarin avabûnên zordariyê lawaz bikin. Lewma divê xwezaya jinan a pir asteyî li ber çav bê girtin û pircureyî û pirkesî, divê bibe yek ji krîterên bingehîn ên tekoşîna jinê.
Têkoşîna jinê ya di sedsala 21’an de, divê ji navendbûn û belaviyê dûr be. Xebatên akademîk ên jinan divê tenê aydê çîneke diyarkirî nebin, her wiha dengê hemû jinan jî nîşan bidin. Ger ku jin afirandina zanînê bispêre rastiyên dîrokî û qabîliyetên jiyana jinan, ewê zêdetir bandor bike û tevlîbûnek berfirehtir peyda bike.
Krîtera jêhaybûna jinan pêwîst e tenê bi dereceyek neyê pîvan. Qabîliyet û agahiyên pratîk ên ku jinan di pêvajoya têkoşîna li hember zordariyê de bidest xistine, ji têkoşîna jinan re rêbertî dikin. Lewma jî pêwîst e birêxistinbûna jinan xwe bispêre pêdivî û rastiyên jinan. Pêwîst e bi awayekî wisa be ku jin bikaribin xwe di nav de bibînin.
Têkoşîna li Rojhilata Navîn bûye awayek jiyanê
Ji ber ku li Rojhilata Navîn her tim şer û pevçûn hene bi taybetî jî di nav 20 salên dawî de têkoşîn ji bo jinan êdî bûye awayek jiyanê. Jinan ji tecrubeyên salên dirêj û pirçeşîtbûna berxwedanê sûd girtine û bi vî awayî li hember rejîman serî rakirine. Tevgera jina Kurd, hewld daye ku li derveyê sazî û avabûnên fermî yên dewletê têkoşîna xwe bidomîne.
Di heman demê de avakirina toreke pevragihandina hevpar a bi jiyên li tevahiya cîhanê re jî, xebateke domdar e ku jinan ji bo bighên armancên hevpar, her tim meşandine. Jin neçar in ku cudahî û nêrînên xwe yên cuda deynin aliyek, li hember êrîşên bîrdozî, dînamîkên zanabûneke dîrokî û şoreşa jinê bipêş bixin. Di vê astê de lêkolîn û xebatên ronîkirina ji bo şanazkirina jinan, gelek girîng e.
“Jineolojî” ku wek zanistiyek jinê tê binavkirin, di vê mijarê de bû xwedî tecrubeyên cur bi cur. Ev tecrube û parvekirina wan, dikare feyde bide hemû jinan. Jineolojî, zanistiyek aydê hemû jinan e. Dikare di aliyê zêdekirina jêhaybûna jinan de roleke diyarker bilîze. Her jinek ku ji têkoşîna azadiyê sûd digre, dikare tevlî van karûbaran bibe.
Li aliyê din, ahenga di navbera tevgera jinê û tevgerên li dijî pergalan in de, dikare tevkariyê bide xurtkirina çanda demokratîk. Ev aheng, têkiliya di navbera têkoşînên herêmî û global de bi awayekî rast ava dike.
Ji bo pêşerojeke demokratîk a li Rojhilata Navîn têkoşîna jinê
Herêm niha di pêvajoyeke guhertinê ya esasî re derbas dibe. Gelo ew ê guhertinek demokratîk rê li Rojhilata Navînek demokratîk an zêdetir şer û pevçûnan veke? Ev, girêdayî têkoşîna tevgerên demokratîk û azadîxwaz, bi taybetî jî tevgerên jinan e. Jin li gelek herêmên di bin desthilatiya rejîmên zordar de ne, tevgerên civakî û siyasî ava dikin û maf û daxwazên xwe tînin ziman.
Di vê hêlê de çend karûbarên ku jinan pêk anîne ev in:
Beşdariya li protesto û tevgerên li hember dewletê:
Jinan ji bo ku mafên xwe yên azadiyên civakî, perwerde û nûnertiya siyasî bixwazin, partî û saziyên serbixwe ava kirine.
Avakirina torên destek û piştevaniyê: Jinan di nav xwe de torên civakî û piştevaniyê bipêş xistine.
Berxwedana çandî û ji nû ve pênasekirina nasnameya jinê: Ji nû ve avakirina nasnameya jinê ya li hember zordariyên civakî û çandî.
Avakirin û belavkirina berhemên hunerî, çandî û wêjeyî: Jinan çîrok û tecrubeyên xwe bi rêya huner û wêjeyê anîne ziman.
Bikaranîna medya dîjîtal û torên pevragihandinê: Jinan amûrên pevragihandinê bikar anîne û seferberiya civakî pêk anîne.
Tevlîbûna li pêvajoyên aştiyê: Jin beşdarî hevdîtinên aştiyê bûne û wek nûnerên gelên bindest cih girtine.
Avabûnên civakî yên li ser bingeha mafên jinan: Sazî û avabûnên ku mafên jinan diparêzin çêkirine.
Zêdekirina beşdariya jinan a li nav aboriyê: Projeyên aboriyê û qadên kar ên ku destekê didin muteşebisiya jinan hatine avakirin.
Avakirina mekanîzmayên parastina cewherî: Ji bo ku jin li hember tundî, cudaxwazî û şeran bikaribin xwe biparêzin, sazî hatine avakirin.
Jin van karûbaran bipêş bixin, ew ê statuya jinan a civakî xurt bibe û avabûnên cudaxwaz lawaz bike. Ji bo ku ev xebat biserkevin, divê jin di nav piştevaniyê de bin û berpirsyariyek hevpar bigirin. Ger ku em îro xetereyên li pêşiya jinan û têkoşîna wan e bigirin ber çav, ev têkoşîn xwedî berpirsyariyek dîrokî ne û ji bo ku dîrok xwe dubare neke, gelek girîng in.