Li Helebê li dijî tundiyê perwerde hat destpêkirin
Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan re, li Helebê ji bo mêran dewreyek perwerdehiyê ya sê rojî hate destpêkirin.
Heleb – Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, di çarçoveya kampanyaya xwe ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, ji bo mêran dewreyeke perwerdehiyê ya sê rojî da destpêkirin. Her wiha Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya TEV-DEM'ê jî li gelek dibistanan semînerên hişyarkirinê da.
Di çarçoveya çalakiyên ku her sal bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê têne lidarxistin de, Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk îro di bin dirûşmeya "Em hemû bi hev re bi avakirina civakek komunal a demokratîk li dijî tundiyê radiwestin" ji bo mêran dewreyeke perwerdehiyê ya sê rojî da destpêkirin.
Girêdayî wê, TEV-DEM a Helebê perwerdeyek ji endamên yekitiyên xwe re li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd vekir. Di perwerdeyê de 15 endam beşdar bûn û perwerde 3 rojan, rojane 6 saetan didome. Di roja yekê de mijara zayendperestî tê dayîn.
Perwerde rojane saet di 9'ê sibehê de dest pê dike. Tê de mijara perwerdeyê û mîhwerên wê bi berfirehî tên şîrovekirin. Perwerde ji aliyê rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk Zelûx Şêxo ve tê dayîn.
Zelûx Şêxo, diyar kir ku zayendperestî sedema aloziyên pêşîn ên dîrokê ye û ev zayendperestî xwedî gelek şêweyan e bandorê li herdu zayendan dike û wiha domand: "Lê ya herî zêde zirarê dibîne ew in jinên ku rola wan tê paşguhkirin."
Di perwerdeyê de nîqaşên berfireh di nav beşdaran de çêbûn. Piraniya wan girîngî bi wê yekê da ku civaka xwezayî rola her zayendekê diyar dike û herdu zayend ji bo domdariyê hevdu temam dikin.
Her wiha, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya TEV-DEM'ê sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya desthilatdar pêşkêş kir.Sînevîzyon li 3 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a taxa Şêxmeqsûd, dibistana Şehîd Cûdî Amanos a Eşrefiyê û dibistana Şehîd Avaşîn Demhat a herêma Şiqeyêf hatin pêşandan.
Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê Kongra Star perwerdeyek ji zilaman re di heman çarçoveyê de vekir. Perwerde dê 3 rojan li navenda TEV-DEM'ê bidome.
Di perwerdeyê de bi dehan zilamên ji sazî û meclisên bajêr beşdar bûn.
Di roja yekê de ders li ser qanûn û mafên jinan hat dayîn.
Aramanc ji perwerdeyê xurtkirina rola mêran di rûniştandina wekheviyê û pêşxistina zanabûna di vî warî de heye.