Li Helebê jin xwe bi ewle hîs nakin
Li Helebê taybetmendiya herî xuya ya jiyana jinan, tunebûna ewlehiyê ye. Kuçe bûne çavkaniyên tirsê, mal bûne girtîgehên neçarî. Ji ber tevliheviya ewlehiyê û tirsa revandinê jin hewl didin ku jiyana xwe ya normal dîsa bidest bixin.
GUFRAN EL-HEBIS
Heleb – Li Helebê tunebûna ewlehiyê bû perçeyek jiyana rojane ya jinan. Her gavek ku li kuçeyan davêjin, tijî tirs û sînorkirin e. Ji ber tevliheviya ewlehiyê û bûyerên revandinê, malbat qîzên xwe ji derve dûr dixin û di malê de dîl digirin.
Piştî 8’ê Kanûnê jinan û keçikan xwe di nav rastiyek tije tirs û nediyarî de dîtin. Ji zexta rejîmê xilas bûne, lê vê carê jî di nav tirsa revandin û êrîşên tolgirtinê de dijîn. Her tim ji ber vê tirsê di nav fikaran de ne. Ev rewş bû sedem ku derketina derve bibe rîskek. Jin êdî nikarin bi awayek azad jiyana xwe ya rojane bijîn. Çûyîna kar an jî dibistanê, bû qadeke ku her tim tê de bi fikarên ewlehiyê re têdikoşin. Malbat ji ber ewlehiya zarokên xwe tirsiyan û ev bû sedema îzolekirina di nav malê de. Ev îzolasyon, bandorê li berdewamkirina perwerdê, kar û qabîliyetên wan kir û ewlehî êdî bû xeyalek. Jiyana keç û jinên li Helebê, bi tengasiyên nû yên ku ji bo jiyan, maf û azadiyên wan xeter in, teşe digre.
Rastiya tevlihevî û bêewlehiyê
Emrê Nur el-Ahmed, derdora 20 salî de ye lê vê rewşê bi hemû rastiya ku dilê wê diêşîne, dijî. Heta ku ji malbatê mêrek pê re nebe, nikare ji malê derkeve. Ji ber ku xeteriyên li derdora wê, her tim ji bo wê gef in. Nûr dibêje ku "Me digot jiyan dê êdî asayî bibe, lê rastî wisa nebû. Li vir tirs tu car wenda nabe. Bi taybetî jî gava em di nav bajêr de digerin, her tim xeterek hîs dikin. Mîna ku her tim bûyerek revandinê çêdibe. Em her tim xwe di nav çemberek tirsê de dibînin. Malbata min jî tim di nav fikaran de ye. Êdî çûyîna dibistanê an jî bazarê jî dibe pirsgirêkek mezin. Ji bo ku bikaribim herim serdana hevalek xwe jî, divê ji malbatê mêrek bi min re be. Em ji ber van sînorkirinan îzole dibin, azadiya xwe ji dest didin. Ne tenê ez, zarokên xwişka min jî êdî nikarin herin dibistanê. Ji ber ku bûyerên revandinê yên li bajêr û tirsa tevliheviyê, bandora xwe li wan jî dike. Her roj ji xwe dipirsim, emê hê çiqas di bin van zextan de bijîn? Tiştên ku heta niha hatine serê me ne bes in?"
Xeyalek ku rastî astengiyan hatiye
Nur el-Ahmed, tîne ziman ku hê ciwan e lê dîsa jî tiştên ku hatine serê wê, bûne sedem ku zû mezin bibe. Nur dide zanîn ku jin ji ber kêmasiya ewlehiyê rastî tengasiyên mezin tên û wiha dibêje: "Perwerdehî, her tim xeyala min a herî mezin bû. Lê ji ber şer, min nekarî perwerda xwe temam bikim. Niha jî dibînim ku zarokên xwişka min û gelek zarokên din nikarin herin dibistanê, ev jî dibe sedem ku giraniya berpirsyariya dikeve ser milê min, hîs bikim. Dibistanên li Helebê ne bi ewle ne. Malbat newêrin zarokên xwe bişînin. Çendekî beriya niha me bihîst ku mamosteyek û zarokek ji dibistanê hatine revandin. Tirsa me ji ber vê bûyerê zêde bû. Bi ser de, lêçûnên ji bo perwerdê jî gelek zêde bûn. Pirtûk û lazmatiyên dibistanê, bûn lûksek êdî. Gelek zarok, bi pirsên mezin ên bi çavên xwe dikin, di malê de rûdinên. Em nifşek bi tevahî wenda dikin. Ez nizanim ku emê pêşeroja wan çawa misoger bikin. Em nikaribin mafê wan ê herî bingehîn jî biparêzin, pêş de emê çi bikin?"
Di dawiya tunêlê de ronî heye?
Nur el-Ahmed, tevî van bûyerên ku dilê mirov tengav dikin û mirov pê reşbîn dibe jî, hewl dide ku hêviya xwe jidest nede. Bi şopên nediyariyê yên di çavên xwe de, wiha dibêje: "Tevî hemû van tiştan jî, hewl didim hêviya xwe ji dest nedim. Hêvîdar im ku ez rojek perwerda xwe bidomînim û zarok jî bê tirs bikaribin herin dibistana xwe. Xeyala min, peydakirina ewlehiya bajarê me û vegera li jiyana me ya berê ye. Tiştê herî mezin ê ku hêviya min jê heye, tunebûna rejîma berê ya zextan e. Qet nebe êdî bombe nabarin, em bi darê zorê nayên koçberkirin. Lê divê em bipêş bikevin. Ji bo ku Heleb dîsa bibe cîhekî bi ewle, divê em hinek tiştan bikin."
Nur dibêje ku çareserî, ji nû ve avakirina yekîneyên ewlehiyê û ekîbên ewlehiya taybet ên ku li bajêr tevliheviyê bigirin bin kontrola xwe ye. Nur destnîşan dike ku pêwîst e destpêkê girîngî bidin sektorên perwerdehî û tenduristiyê û dibêje ku “Ger ku em dixwazin Heleb ji nû ve rabe ser piya, divê razemeniya herî mezin, ji bo mirovan bê kirin."
Peyamek hêviyê
Nur el-Ahmed di dawiya nirxandinên xwe de jî bang li hemû jin û keçên ciwan dike û wiha dibêje: "Di van demên tengav de jî, ji bîr nekin ku hêza we di sebra we û vîna we de veşartî ye. Tevî hemû tengasiyên ku derdikevin pêşiya me jî, hê şansek me ji bo avakirina pêşeroja me heye. Hûn, hêviya Helebê ne. Ger ku em pêşveçûna xwe ya di qada perwerdehî û tenduristiyê de bidomînin, emê bikaribin bajarê xwe mîna berê ava bikin. Lê divê em baldar bin. Li ber me pêvajoyek dijwar heye, lewma divê em baldar û zana tevbigerin. Ji bîr nekin, em pêşeroja Helebê ne û baweriya me, amûra herî xurt e ku ewê bajarê me ji nû ve rake ser piyan."