Li Helebê jin li ser yekîtiya jinên Sûriyeyê nîqaş dikin
Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" foruma diyalogê li dar dixe.
Heleb – Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê da destpêkirin. Forum bi beşdariya 100 jinên ji Siwêda, Şam, Tertûs, Hums, Idlib, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Cezîre ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û dê 2 rojan (18-19 Cotmeh) dewam bike.
Di roja yekemîn de dê mijara yekemîn a bi navê "Bi çavê jinan stratejiya çareserkirina aloziyê" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Zeyneb Qenber ve were şîrovekirin.
Mijara duyemîn a bi sernavê "Beşdraiya giştî ya jinên sûriyeyî” dê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Qamişlo ya MSD'ê Hindirîn Mihemed ve were şîrovekirin.
‘Hikumeta Şamê guhertinê red dike’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê hevseroka MSDˈê Leyla Qereman ve hate kirin. Leyla Qereman forum wek "destpêka diyarkirina armancên pêşîn ên tevgerên jinên sûriyeyî" nirxand û got: "Welat di aloziyeke mirovî û siyasî de ye. Pêwîstiya me bi hewldanên çareseriyeke mayînde heye."
Leyla Qereman îşaret pê kir ku welat di aloziyeke mezin a siyasî û mirovî de ye û hewldanên navneteweyî û nîştimanî yên bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn têk çûn. Leyla Qereman da zanîn ku hikumeta Şamê sedema sereke ya aloziyê ye û wiha dewam kir: "Hikumeta Şamê guhertinê red dike. Hewldanên cidî yên hêzên navneteweyî yên ji bo çareseriyên siyasî yên bingehîn ku welat ji aloziyê rizgar bike jî tune ne."
‘Jin roleke mezin di pêşxistina civakan de dilîzin’
Leyla Qereman da zanîn ku heya jin rola xwe bi awayekî rasteqîn di diyalogên siyasî de bi cih neynin dê tu çareseriyên siyasî tune bin. Her wiha destnîşan kir ku tevî şer û komkujiyên ku li dijî jinan hatine kirin, lê jin roleke mezin di pêşxistina civakan de dilîzin. Leyla Qereman bal kişand ser têkoşîna jinên Sûriyeyî û got: "Têkoşîna jinên Sûriyeyî ya ji bo doza xwe mezin bûye û êdî doza jinan bûye dozeke navendî." Leyla Qereman anî ziman ku dîrok şahidê rola sereke ya jinan di avakirina serxwebûnê de ye û got: “Nazik El Ebid û Sara Mueyed mînaka vê yekê ne.”
‘Sûriye veguherî qada destwerdanên derve’
Leyla Qereman bal kişand ser tevgera Sûriyeyê ya Adara 2011ˈan û wiha got: "Jinên sûriyeyî bi xurtî cihê xwe di qadên siyasî û civakî de girt. Di xwepêşandan de li pêş bûn. Li hemberî paşguhkirinê dengê xwe bilind kirin û banga guhrtin û demokasiyê kirin. Lê ji ber tunebûna rêveberiyeke durist û beşdarnekirina jinan û tunebûna stratejî û planên dirust ên aştiyane tevgera aştiyane ji xeta xwe de derket û veguherî aloziyeke bi girêk. Sûriye veguherî qada destwerdanên derve û zemîna derketina komên tundrew ava bû. Bi vê yekê welat derbasî merheleyeke herî bi xwîn û bi sûc bû ku herî zêde jinan bûn mexdûr. Lê jinan îsbat kirin ku hêza wan têk naçe. Rihê wê yê îstar û şoreşê derket pêş. Ev jî hêvî û baweriya bi guhertineke erênî û rola wan di avakirina siberojê de nîşan dide."
Têkoşîna jinên Suweydayê
Leyla Qereman têkoşîna jinên Suweydayê silav kir û ev bang kir: "Divê tevahî rêxistin û tevgerên jinan bi israr û sekn bixebitin. Divê nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. Rola jinan di hemû qadan de pêş bixin û bibin şîrkeke aktîv di avakirina civaka Sûriyeyê û pêşxistina wê de."