Li Helebceyê çalakiyên 16 rojî hate destpêkirin
Rêveberiya Têkoşîna li Hember Tundiya li Dijî Jinan ya Helebceyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de çalakiyên 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dan destpêkirin.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Li Hola Dr. Mistefa Zelmî ya parêzgeha Helebceyê, Rêveberiya Têkoşîna li Hember Tundiya li Dijî Jinan a Helebceyê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, çalakiyên 16 rojî da destpêkirin. Di roja yekem a çalakiyan de panelek hat lidarxistin.
Di panelê de Rêveberiya Têkoşîna li Hember Tundiya li Dijî Jinan ya Helebceyê, gelek çalavanên jin ên Helebceyê, amade bûn. Di çalakiyê de, bi hevkariya Rêveberiya Çavdêriya Pêşxistina Civakî, Zanîngeha Helebceyê, Koma Kar a Helebceyê û Rêxistina Unicefê, kampanyayek a bi navê ‘Emê ji bo bidawîkirina tundiyê bibin yek’ hat destpêkirin.
Ji bo mêran dê semîner bên lidarxistin
Di panelê de Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê û endama Koma Kar Gulistan Mihemed têkildarî çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û malbatan axivî. Gulistan li ser girîngiya têkoşîna li hember tundiya li ser jinan û kampanyayê rawestiya û wiha got: “Dê panel bi taybetî li ser sedemên xirab bikaranîna amûrên pêwendiyê û rewşa mafên mirovan li Helebceyê çawa be, rawestin. Rojên piştî vê jî emê ji bo mêr, lêkolîner û xwendekaran semîneran bidin.”
‘25’ê Mijdarê roja têkoşînê ye’
Gulistan Mihemed da zanîn ku heta niha navendek ku pirsgirêkan çareser bike tuneye, bi piranî pirsgirêk li Silêmanî tên çareserkirin û wiha berdewam kir: “25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya navnetewî ye. Her wiha, pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, hişyarkirin û bidawîkirina hemû cûreyên tundiya li ser bingeha zayendî ya li dijî jin û keçan tê bikaranîn e.”