Li Hatayê jinek tevî 3 zarokên xwe mirî hat dîtin
Li Hatayê jinek û 3 zarokên wê di mala xwe de mirî hatin dîtin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241212-20241212-690x390cc-mrk-12-12-2024-hatay-kadin-cocuklari-olu-bulundu-jpgb6984f-image-jpg9e8f1e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li navçeya Îskenderun a Hatayê, xizmên malbata Kokçu agahî ji wan negirtin û agahî dan Navenda Lezgîn a 112’an. Li ser îxbarê ekîb hatin cihê bûyerê.
Ekîbên hatin cihê bûyerê, Kader (35) û zarokên wê Îslaîl Ege (5), Elîf Bîlge (12) û Yîgît Efe Kokçu (14) bi bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane dîtin.
Bav Emrah Kokçu (43) ku ji ser hişê xwe çibû rakirin nexweşxaneyê. Sedema mirina 4 kesî wê piştî otopsiyê diyar bibe. Der barê mirinê de lêpirsîn hat destpêkirin.