Li Hamayê di encama teqînê de 2 zarok birîndar bûn
Li Hamayê di encama teqîna bombeya komik de 2 zarok birîndar bûn. Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku ji Kanûna 2024’an û vir ve 331 jê zarok û 22 jê jin bi giştî bi 757 kes ji ber bermahiyên şer birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Îro li gundewarê Hemayê du zarok ji ber bermahiyên şer ên bi awayî sivik birîndar bûn.
Bi belavbûna berfireh a teqemeniyên neteqiyayî, mayîn û bermahiyên din ên xeternak ên şer a li bajarên Sûriyeyê û nebûna mekanîzmayên bibandor a ji bo paqîjkirina bermahiyan, li gundewarê Hamayê bombeyeke komik teqiya û du zarok birîndar bûn.
Li gorî belgeyên Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji hilweşîna rejîma Baasê ya ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve di encama teqîna bermahiyên şer de 331 jê zarok û 22 jê jin bi giştî bi 757 kes birîndar bûne.