Li gundewarê Dêrazorê cenazeyê jinek hat dîtin
Li gundewarê Rojhilatê Dêrazorê cenazeyê jinek derdora 30 salî ya nasnameya wê nediyar di nava çemê Firatê de hat dîtin. Ji bo ronîkirina bûyerê û tesbîtkirina cenaze û girtina kiryaran lêpirsîn didome.
Dêrazor – Li gundewarên Dêrazorê, rageşiyên li herêmên ku di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam de ye her diçe zêde dibin. Di van şertan de buyerên kuştinê yên derketine holê û dubarebûna bûyerên êrîşan, di nava gel de tirsê zêde dikin û fikara bêaramiyê kûrtir dike.
Roja 21’ê Kanûnê, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê ku di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr El- Şam de ye cenazeyê jinek hat dîtin, vê jî di nava gel de tirsê çêkir. Hate diyarkirin ku jin bi awayekî hovane hatiye qetilkirin û ji bo veşartina şopên sûc, cenaze avêtine Çemê Firatê.
Dest û lingên wê hatibûn girêdan
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên bajarokê El-Bu Leyl ê gundewarê rojhilatê Dêrezorê, gel li nêzî derbasbûna Es-Suhu, cenazeyê jinek li derdora 30 salî dîtine. Li gorî lêkolînan, beriya were qetilkirin dest û lingên wê hatine girêdan.
Hat îfadekirin ku ji bo veşartina cenaze, kiryaran ev rêbaz bi kara nîne, cenaze xistine torbeyên plastîk, bi kevir û giraniyan tije kirine û bi zanebûn avêtine çem. Bi vê rêbazê hedef kirine ku cenaze dernekeve ser avê û demek dirêj di binê çem de bimîne.
Nasnameya wê hê nayê zanîn. Sûcên wiha, li herêmên gundewarên rojhilatê Dêrezorê ku di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam de ye, ji ber lawaziya tedbîrên ewlehiyê û nebûna kontrolê pêk tên. Ev rewş ji bo belavbûna kaosê û zêdebûna rêjeya sûc zemînê amade dike.