Li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî: 5 kes hatin qetilkirin

Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî pêkanîn. Di encama komkujiyê de 5 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAIŞ'ê tevî agirbestê jî ji doh bi şev ve êrîşeke giran dibin ser gundên Kobanê û li gundê Xerab Reşkê komkujî pêk anîn.

Di encama êrîşên çeteyan de 5 kes hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, navên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wiha ne:

Fatima Osman, Cemîle Ehmed Osman, Sulav Reşo Bozan Kedro, zarokê bi navê Cafer Mihemed Şêx Bozan û zarokek keç a Mihemed Şêx Bozan jiyana xwe ji dest dan.

Şêrîhan Hec Mehmûd, Fatima Hec Mehmûd, Mesûd Şêx Bozan, Nesrîn Mistefa û Mihemed Şêx Bozan birîndar bûn.

Tê gotin, birîndar di bin kavilan de ne û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Şervanên QSD û YPJ'ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşên çeteyan.

Li gorî agahiyan li herêmê şer didome.