‘Li Gulistana Îranê krîza ava vexwarinê mezin dibe’
Li parêzgeha Gulistanê ya Îranê, ji ber bilindbûna germahiyê, kêmbûna baranê û kevinbûna binesaziyê krîzeke giran a ava vexwarinê derketiye holê. Rayedar diyar dikin ku parêzgeh niha bi kêmasiya hezar û 200 lître av di saniyeyê de dijî.
Navenda Nûçeyan – Ji ber hatina werza havînê û bilindbûna rêjeya germahiyê ku dibe sedema zêdebûna xerckirina avê, parêzgeha Gulistanê ya Îranê rûbirûyî kêmasiyeke giran a ava vexwarinê re ye. Li gorî raporên medyaya herêmî, pispor vê krîza avê wekî yek ji pirsgirêkên herî girîng ên binesaziyê yên parêzgehê dibînin.
Keraseta dabinkirina avê
Birêz Abolfazl Rehîmî, Rêveberê Giştî yê Daîreya Av û Ava Kanalîzasyonê ya Gulistanê, diyar kir ku parêzgeh niha bi kêmasiya ava vexwarinê ya hezar û 200 lître di saniyeyê de dijî. Rapor nîşan didin ku beşek mezin ji ava vexwarinê ya Gulistanê ji bîrên kûr tê. Lê belê, di salên dawî de, kêmbûna baranê, kêmbûna asta ava binê erdê û derxistina berdewam a avê kapasîteya van çavkaniyan kêm kiriye. Ev rewş dibe sedema qutbûna elektrîkê an jî xirabûnên teknîkî li tesîsên avê, ku rasterast bandorê li dabînkirina avê dike û di hin deveran de dibe sedema kêmbûna zextê û qutbûna demkî ya avê.
Ji bilî kêmbûna çavkaniyên avê, tora belavkirinê ya kevin û rêjeyên bilind ên windabûna avê faktorên sereke ne ku pirsgirêkê girantir dikin. Pispor piştrast dikin ku beşek girîng ji ava hilberandî berî ku bigihîje xerîdaran ji ber rijandinên di torê de, girêdanên neqanûnî û xirabûna binesaziyê de winda dibe.
Krîza av û kalîteya wê
Di vê navberê de, kalîteya ava vexwarinê li hin deveran bûye giliyek mezin di nav welatiyan de. Niştecih guhertinên di tam, bêhn û paqijiya avê de radigihînin, ku pispor bawer dikin bi guhertinên di kalîteya çavkaniyên ava binê erdê, boriyên kevin û zexta zêde ya li ser rezervên avê ve girêdayî ye.
Rewşek mirovî ya xirab
Li parêzgeha Gulistanê ku nifûsa wê ji du milyonî zêdetir e, xerckirina avê di mehên havînê de bi girîngî zêde dibe. Pispor hişyar dikin ku heke baran kêm bibe, çavkaniyên ava binê erdê wê bi berdewamî kêm bibin, binesazî neyê nûkirin û windabûna avê berdewam bike, krîza ava vexwarinê ya parêzgehê dikare di salên pêş de hê bêtir xirabtir bibe.