Li girtîgeha Qerçekê krîz: Nikarin xwe bigihînin pêwîstiyên bingehîn
Hate diyarkirin ku girtîgeha Qerçekê bi giranbûna şertên şer re, rewşa girtiyan gihaye asta felaketê. Ji ber ku personelan girtiyê terikandin lewra, pirsgirêkên av û xwarinê zêde bûne.
Navenda Nûçeyan – Girtîgeha Qerçek ku wek gertigehek a herî xirab a Îranê di aliyê şertên mirovî de tê zanîn, li gel giranbûna şertên şer ên di demên dawî de, asta felaketê derbas kiriye.
Li gel destpêkirina rageşiyên leşkerî, di nav de personelên tenduristiyê, erkdarên revîrê, xebatkarên îdarî û gardiyan beşek zêde a xebatkaran, girtîgeh terk kirin. Ji ber vê rewşê, pakanîna pêwîstiyên girtiyan bi temamî sekiniye û girtî di nava nediyariyek mezin de hatine hiştin.
Li girtîgehê di xwegihandina avê de xelayek cidî tê jiyîn, hate diyarkirin ku xebatên kantîna girtîgehê hatiye sekinandin, xwegihandina girtiyan a xwarin û pêwîstiyên bingehîn hatiye sekinandin. Ev rewş di mijara tenduristiya girtiyan û jiyana wan de rê li ber fikarên cidî vedike.