Li girtîgeha Meşhedê 4 jin bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne

Li Girtîgeha Vekîlabadê ya Meşhedê, herî kêm 4 jin bi xetera darvekirinê re rûbirû ne. Pisporên Neteweyên Yekbûyî, der barê zêdebûna darvekirin û zextên a li dijî hemwelatiyên Kurd û Belûc hişyarî dan

Navenda Nûçeyan- Li qawîşa jinan a girtîgeha Vekîlabadê ya Meşhedê, herî kêm 4 jin bi xeteriya darvekirinê re rûbirû ne. Hate ragihandin ku Mahbube Şabanî ya 30 salî bi sûcdariya 'muharebe (şerê li dijî Xwedê)'û veguhestina xwepêşanderên birîndar a ji bo nexweşxaneyê tê tawanbarkirin. Zeynep Mûsawî ya we “Aban” tê naskirin û birayê wê Hesen Mûsawî jî bi sûcdariya ‘muharebe’ tên tawanbarkirin. Her wiha Roya Cemîliyan Mutlak jî bi "heqaretkirina Pêxember" tê tawanbarkirin û Haniye Serbuzî ya 29 salî jî bi sûcdariya "serhildanê" tê tawanbarkirin. Her wiha pisporên Neteweyên Yekbûyî, hişyarî dan ku du girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşa Muradî bi cezayên darvekirinê re rûbirû ne.

Darvekirin û hişyarî ya Serokê Konseya Mafên Mirovan a NY’ê

Di rojên dawî de cezayên darvekirinê yên hinek girtiyan hat înfaz kirin. Tohîd Abdullahî ya ji Erdebîlê û bavê du zarokên keç, 6’ê Tebaxê li girtîgeha Erdebîlê hate darvekirin. Elî Penahî-Nejad jî li girtîgeha Dezful hat darvekirin. Her wiha nûçeyên ku tê diyarkirin 3 hemwelatiyên Efganistanê û hemwelatiyek Belûc jî di nav de herî kêm 5 girtî hatine darvekirin.

Serokê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, fikarên xwe yên kûr a li ser zêdebûna darvekirinan a li Îranê anî ziman û daxwaza demildest rawestandina hemû darvekirinan kir. Li gorî Volker Turk, ji 19’ê Adara 2026’an û vir ve herî kêm 56 kes bi tohmetên têkildarî ewlehiya neteweyî hatine darvekirin û ji wan 27 kes têkildarî xwepêşandanên îsal bû. Zêdetirî 100 kes bi tohmetên wekhev bi xeteriya darvekirinê re rûbirû ne. Her wiha Volker Turk, fikarên xwe li ser nebûna garantiyên ji bo darizandinek adil, raporên îşkenceyê, îtîrafên bi darê zorê û rastiya ku hinek biryar tenê çend hefte piştî girtinê tên bicîhanîn, anî ziman.

Rewşa nezelal a girtiyan

Hemwelatiyek Bahaî û wênekêşa nûçeyan Artîn Giznferî, tevî ku derbasbûna 198 rojan jî li girtîgeha Mezin a Tehranê di rewşek nezelal de tê girtin. Kejal Mubarakî û hevjînê wê Cemal Ehmedzade, tevî ku zêdetirê meheke hatine girtin, li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê di rewşek nezelal de tên girtin. Roya Cemiliyan Mutlak û Nejme Emînî jî hêj li girtîgeha Vekîlabadê ya Meşhedê di rewşek nezelal de tên girtin. Herî kêm 54 kesên ku di xwepêşandanên dawî de hatin girtin jî, li girtîgeha Erdebîlê tên girtin û rewşa 29 girtiyan jî hêj nezelal e.

Girtiya siyasî Samane (Sema) Amuşahî ya li girtîgeha Devletabadê ya Îsfahanê tê girtin, 3’ê tebaxê bi awayekî demkî ji girtîgehê derket.

Çalakvanekî sendîkaya mamosteyan a li parêzgeha Farsê Asghar Amîrzadegan, ji bo şaxa sêyemîn a lêpirsînê ya Dozgeriya Fîruzabad hate gazîkirin. Rojnamevan Elî Purdarab a ji Kirmaşanê, bi tohmeta "propagandaya li dijî rejîmê" bi dozeke nû re rûbirû ye û ji bo agahî girtina sûcdariyên li dijî xwe hat gazîkirin.

Çalakvanek Instagramê Naeme Ergî ya 17 salî ya ji Sebzewarê, piştî lêpirsîn û agahdarkirina tohmetan bi dayîna kefaletê ji Navenda Çaksazî û Perwerdehiyê ya Meşhedê hate berdan.

Di heman demê de 3 hewelatiyên Kurd ên binavê Saman Hosrevî, Hevrî Perwaze û Saro Rûşenî bi sê hemwelatiyên din re di serdegirtina hêzên ewlehiyê ya li gundê "Nî" yê Merîwanê de hatin girtin.

Li sînorda Bane 3 kolber birîndar bûn

Li xeta sînor a Hengêjal a Baneyê, du kolberên Kurd ên bi navê Goran Hedrî û Bahtiyar Emînî di dîrokên cuda de bi guleyên rasterast ên muhafizên sînor re birîndar bûn û sewqî navendên tenduristiyê hatin kirin. Kolberê binavê Hasan Mustafa-Zade ya 49 salî bavê 3 zarokan, qaçaxçiyek 49 salî û bavê sê zarokan, 5’ê Tebaxê li herêmên sînor ên Bane bi guleyên hêzên leşkerî birîndar bû.

Hişyariyên der barê darvekirina hemwelatiyên Kurd û Belûc de

Pisporên NY’ê, fikarên xwe yên li ser zêdebûna girtin, îşkence û darvekirina Kurd û Belûcên li Îranê anîn ziman û daxwaza bidawîanîna zextê kirin. Li gorî raporê, di sala 2026’an de herî kêm 24 Belûc û 22 Kurd hatine darvekirin û gelek kesên din jî bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne. Her wiha pisporan, li dijî bikaranîna tohmetên wekî "muharebe", "fesadî", "serhildan" û "sîxurtî" ya ji bo tepeserkirina muxaletê jî hişyariyan dan.