Li girtîgeha Evînê pêla zilma li hember girtiyên siyasî

Li Îranê girtin, veguhestinên ji nişka ve yên girtiyan û zextên li ser jin, çalakvan û malbatên wan, zêde dibin. Ev polîtîka di hawîrdora ewlehiyê ya piştî şer û bi bêdengiya civaka navneteweyî re her ku diçe dijwartir dibe.

Navenda Nûçeyan – Îro Platforma X’ê,  ragihand ku Golrox Îra’eî, girtiyek siyasî ya li Girtîgeha Evînê ye, diyar kiriye ku 8 girtiyên siyasî yên jin nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.


8 girtiyên siyasî yên jin ji mafê hevdîtinê bêpar mane’

Li gorî vê nûçeyê, piştî ku rewşa ewlehiyê dijwartir bû, girtiyên ku beşdarî bernameyên girseyî û xwepêşandanan dibûn, rastî muameleyeke dijwar hatin. Şîva Îsmaîlî, Golrûx Îra’eî, Sakîne Parvane, Forûg Tagîpûr, Zehra Safaeyî, Merziye Farsî, Elaheh Foladî û Werîşe Muradî, 8 girtiyên siyasî yên jin ên li beşa jinan a Girtîgeha Evînê, ne. Ev girtiyên jin ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re, bêpar mane.
‘Girtiyên jin yên ku nû sewqî girtîgehan bûne rastî gefan tên’

Ev agahiyên ku di vê nûçeyê de cih digirin, piştrast dikin ku girtiyên siyasî yên jin ên nû hatine jî, ji ber beşdarbûna van merasîman rastî gefên gardiyan û hêzên ewlehiyê hatine.