Li girtîgeha Êvînê cezayê ji bo Werîşe Muradî hat şermezarkirin

Jinên girtî yên li Girtîgeha Êvînê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî hat birîn şermezar kirin û bê navber dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor", "Jin, jiyan, azadî" û "Bimre dewleta Îranê" berz kirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya Siyasî Werîşe Mûradî ya endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) duh ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi hinceta “xiyanet” cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Li gorî agahiyên ku piştî cezayê darvekirinê hatin girtin, jinan li Girtîgeha Evînê ev biryar protesto kirin. Di çalakiya li girtîgeha jinan de dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor", "Jin, jiyan, azadî", "Bimre dewleta Îranê" û "Bimre dîktator" hatin berzkirin.