Li Girê Spî zarokek hat qetilkirin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Silûkê ya Girê Spî ya dagirkirî zarokê bi navê Îbrahîm El-Elan qetil kirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/06/20240627-20240627-823x463cc-mrkz-27-06-24-gre-spi-cocuk-katledildi-jpg03661d-image-jpgbf20b6-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Silûkê ya Girê Spî ya bajarokekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin, zarokê bi navê Îbrahîm Al Elan (13) ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin û bavê wî Îbrahîm Al Elan birîndar kirin.
Gel bertek nîşanî bûyerê da, dikanên xwe girtin û banga çalakiyê kirin.