Li Germiyan kuştina jinan li kolanan dest pê dike û di nava silha eşîrê de tê nixumandin
Çalakvan Viyan Sabir da zanîn ku rewşa jinan li Germiyanê di asteke xeternak de ye û ev yek ji ber serdestiya hizra mêrsalar, bandora kevneşop, kêmasiyên yasayê û nixumandina dozên kuştina jinan, jinên herêmê zêdetir kiriye metirisya tundiyê.
HÊLÎN EHMED
Kelar- Diyardeya kuştina jinan û teşwîqkirina wan bo xwekuştinê li Germiyan û derdora wê, bûye sedema fikarên mezin ên civakî. Çalakvanên mafên jinan derbarê xetereya berdewamiya tundiya li dijî jinan de hişyariyê didin û tekez dikin ku serdestiya hizra mêrsalar, serdestiya hinek kesan û kevneşopiyan, lawaziya mekanîzmayên parastina jinan û kêmasiyên di cîbicîkirina yasayan de, sedemên sereke ên berdewamî û zêdebûna vê diyardeya xeternak in. Di heman demê de, ji ber cihê erdnîgarî yê Germiyanê û nêzîkbûna wê ya li herêmên Erebî, hin kevneşopî û çandên civakî û bandora wan li ser jiyana xelkê herêmê, bandor li rewşa jinan kiriye. Bi taybetî, ew fikir û kevneşopiyên ku mafên jinan sînordar dikin û tundiya li dijî wan normalîze dikin û her wiha kêmasî û qelsiyên hin xal û prosedurên yasayî yên li Iraqê. i gorî çalakvanan, ev yek ligel hin kevneşopiyên mêrsalarî, jinan xistiye nava xetereyeke mezintir û parastina mafên wan lawaz kiriye.
Nixumandin dibe sedema zêdebûna kuştinan
Her wiha nixumandina bûyerên kuştina jinan bi rêya silhên eşîrî, ne tenê dibe sedema windabûna mafên wan û pêkneanîna dadmendiyê, di heman demê de tundiyê ji nû ve diafirîne û jinên din jî dike ber xetereya binpêkirina maf û azadiya wan. Di van rewşan de, pêdiviyek mezin bi destwerdanek cidî ya saziyên hikûmetê û hêzên ewlehiyê ya bêyî tu destwerdanek eşîrî û her wiha xurtkirina mekanîzmayên parastina jinan, heye.
Jinan li dijî tundiyê kampanya dane destpêkirin
Di vê çarçoveyê de, çalakvan û rêxistinên li qadê kampanyayek bi navê ‘Kampanyaya li dijî xwekuştin û şewitandina jinan’ dane destpêkirin. Bi armanca bilindkirina hişyariya jinan derbarê mafên wan de, têkoşîna li dijî hizra mêrsalar û veguherandina bûyerên kuştina jinan ji pirsgirêkek kesî ber bi pirsgirêkek giştî û civakî ve. Çalakvanan bal kişandin ser girîngiya hevkariya di navbera rêxistinên civaka sivîl de. Saziyên hikûmetê û medyayê bawer dikin ku bêyî vê alîkariyê û bêyî peydakirina piştgiriya darayî û yasayî, hewldanên ji bo parastina jinan û bidawîanîna tundiya li dijî wan, dê bi temamî bi ser nekevin. Ji bo vê, kuştina jinan divê wek sûcek giran bê dîtin û tu silhek eşîrî nabe ku li pêşiya dadmendiyê û cezakirina sûcdaran bibe asteng.
Ji serê salê ve herî kêm 14 jin hatine kuştin
Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa nûçeyan a NUJINHA ve hatine bidestxistin, ji destpêka sala 2026’an heta 16’ê Mijdara heman salê, li Germiyan û derdora wê zêdetirî 14 jin hatine kuştin:
Çile
Li bajarokê Kelarê, du xwişk ji ber teqîna xazê birîndar bûn, yek ji wan mir.
Sibat
Li bajaroka Xebatê, jinek di ava Çemê Mezin de mirî hat dîtin, mirina wê jinê bi guman bû.
Li bajaroka Xebat, jinek piştî ku ji pireke kevin ket, mir.
Adar
Di çapemeniyê de tu kuştinek nehate ragihandin.
Nîsan
Di Çemê Zêyê mezin de cenazeyê jinek bi guman mirî hat dîtin.
Gulan û Hezîran
Di medyayê de qeydek derbarê kuştina Kalarê de tune ye.
Tîrmeh
Berdevkê polîsê Germiyanê ragihand ku di 28’ê Tîrmehê de, derdora saet 11:30’ê şevê, jinek li gundê Tazede yê navçeya Kelarê bi kêrê hatiye kuştin.
Tebax
Di 11’ê Tebaxê de cenazeyê jineke 32 salî li mala wê ya li gundê Pebazî ku girêdayî navçeya Kelar a herêma Germiyanê ye, hat dîtin.
Di 12’ê Tebaxê de di pevçûneke di navbera du malbatan de li gundê Madankaniyê ku dikeve navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyalayê, du kes di nav de keçeke 15 salî hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.
Di 13’ê Tebaxê de cenazeyê jinek 93 salî bi navê Emîne Ehmed, li mala wê ya li bajaroka Kelarê ya herêma Germiyanê ya girêdayî bajarê Silêmanî, bi awayek daleqandî hat dîtin.
Îlon
Di 1’ê Îlonê de, li bajarokA Kifrî jinek bi guleyan hat kuştin.
Di 9’ê Îlonê de, jinek bi navê B. M. K. ku di sala 1970’an de ji dayîk bûye, li bajaroka Kelarê bi guleyan hat kuştin.
Di 14’ê Îlonê de, jineke 22 salî bi navê Sivan Merwan li mala xwe ya li bajarokê Kelarê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Di 14’ê Îlonê de, li bajaroka Xaneqînê, jineke 29 salî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi guleyan hat kuştin.
Cotmeh
Di meha Cotmehê de, tu kuştinên jinan nehatin tomarkirin.
Mijdar
Di meha Mijdarê de, jineke 18 salî li mala xwe ya li bajaroka Kelarê bi awayekî daleqandî hat dîtin.
‘Dozên kuştina jinan bi silha eşîrî tên nixumandin’
Çalakvan û berpirsa kar û çalakiyên PDO’yê li Kelarê Viyan Sabir, bal kişand ser rewşa jinan a li Germiyanê û got: “Rewşa Germiyanê di asteke xeternak de ye. Ji ber bandora çand û kevneşopiyên cûda, tundiya li dijî jinan di asteke xeternak de ye. Ji ber nêzîkbûna herêmê li Erebên ku çand û kevneşopiyên wan bandora kuştina jinan li Germiyanê zêde kiriye, yasa û madeyên Iraqî sedema sereke ya tundiya li Germiyan û derdora wê ne. Kuştin û xwekuştinên jinan li Germiyan û derdora wê di asteke bilind de ne. Her roj, bi nûçeyek kuştina jinan destpê dikin. Her wiha ketina çand û yasayên Erebî di nava herêmê de, bûye sedema zêdebûna kuştina jinan. Kuştin êdî di nava malbatan de sînordar namîne, ji malbatan derbasî tax û kolanan bûne. Kuştina jinan ne bûyerek kesî ye, bandorê li kes û civakan dike, bandorê li çand û kevneşopiyan dike.”
‘Li hemberî kuştina jinekê, jinek din rastî tundiyê tê’
Viyan Sabir anî ziman ku bûyerên kuştina jinan li Germiyan û derdora wê, bi rêya silhên eşîrî tên nixumandin û wiha domand: “Feraseta mêrsalar û hebûna silhên eşîrî li bajêr, bûye sedem ku di bedêla kuştina jinan de, silha eşîrî bê ferzkirin. Gelek welatî kuştinan bi rêya mêran û silha eşîran çareser dikin, dozê nabin dadgehê, beriya doz bighîje dadgehê bi rêya silha eşîran û ji bo berjewendiya mêran dozê digrin. Pir caran, tevî ku malbat mafên xwe bi dest naxin jî, di nava silhê de, carek din jinek din bê maf dihêlin. Bi rêya tundiya beramberî jinê, bi silha eşîrê tundiyek din dikin. Bi vî awayî, tundî her diçe zêdetir dibe. Di heman demê de, pêwîst e di dozên kuştinê de yasa destwerdanê bike, da ku derbarê van kuştinan de bi awayek serwer biryar bên dayîn û sûcdar bên cezakirin.”
‘Em ji bo parastina jinan mekanîzmayeke baş dixwazin’
Viyan Sabir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya li dijî xwekuştin û xweşewitandina jinan û wiha got: “Ji ber lewaziya mekanîzmaya parastina jinan li Germiyanê, li bajar û bajarokên din ên Herêma Kurdistanê, me biryar da ku em kampanyayek bi dirûşma ‘Kampanyaya li dijî xwekuştin û şewitandina jinan’ bidin destpêkirin. Ji ber belavbûna feraseta mêr û eşîrî ya li herêmê, kuştin her ku diçe zêde dibe. Kêmbûna destek û hişyariya derbarê mafên jinan de, sedema zêdebûna kuştina jinan e. Ji ber wê hebûna van kampanyayan, kuştina jinan dike pirsgirêkek civakî. Ji ber vê, çalakvan, parêzer û rojnamevan armanc dikin ku bi rêya vê kampanyayê, derbarê mafên jinan de hişyariyê zêde bikin. Bi taybetî li Germiyan û derdora wê, em dixwazin mekanîzmayeke baş ji bo parastina jinan hebe, da ku jin êdî ji ber feraseta mêrsalarî rastî kuştin û tundiyê neyên.”
‘Divê medya di hişyarkirina jinan de roleke girîng bilîze’
Viyan Sabir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî çalakvan û rêxistinên jinan li herêmê alîkariya jinan dikin jî, berê, rêxistin û saziyên hikûmetê xwedî têkiliyên xurt bûn da ku ji bo parastina jinan bi hev re bixebitin. Divê ew balê bidin ser dozan û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Kêmbûna alîkariya darayî ya ji ber krîza darayî çêbûye, bûye sedem ku karê wan lewaz bibe. Divê çalakvanên jin û jinên din, derbarê mafên wan de hişyariyê çêkin û agahiyên rast derbarê maf û yasayan de belav bikin, da ku mêr li Germiyan û derdora wê, bi awayekî cidî û bi feraseta mêr serdestiyê nekin. Divê aliyên pêwendîdar û rojnamevan jî ji bo belavkirina hişyariyê li bajar û bajarokan têbikoşin. Divê medya roleke mezin bilîze, tevî hebûna yasayan yasa serweriya dozên kuştina jinan nake. Ji bo parastina mafên jinan û pêşîlêgirtina kuştina jinan li kolanan, her wiha ji bo pêkanîna silha eşîrî li kolanên Kelar û derdora wê, mekanîzmayek girîng divê bê peydakirin û ev pêwîstiyek e.”