Li Geliyê Kersê ya Şengalê parka zarokan hat vekirin

Ji aliyê Komîteya Aboriyê ya TAJÊ ve li Geliyê Kersê yê Şengalê bi navê Baxçeyê Nazê parka zarokan hat vekirin

Şengal-Bi pêşengtiya Komîteya Aboriyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê yê Şengalê bi navê Baxçeyê Nazê parka zarokan hat vekirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclisa Serdeştê Neam Îlyas ve hat kirin.

Neam Îlyas wiha got: “Piştî fermanê vekirina parka bi navê Şehîd Nazê cihê kêfxweşiyê ye. Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin. Şehîd Nazê ku bi temenê xwe 17 salî bû bi destên îxanetê hat şehîd xistin. Ji bo em tiştên qewimîne ji bîr nekin me vê parkê vekir. Em vê parkê li civaka Êzidî bi taybetî malbatên şehîdan pîroz dikin. Em bi şehîdên xwe gelek serbilind in ku li pey dozeke mafdar çûne. Em hêzê ji şehîdên xwe digrin û tu carî wan ji bîr nakin. Careke din em li ser navê malbatên şehîdan vê parkê li hemû zarokên Êzidî pîroz dikin.”

‘Bi pêşengiya jinan gelek kar hatin meşandin’

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl û endama TAJÊ Nûrê Şengalê ji ajansa me re axivîn.

Ehram Îsmaîl diyar kir ku wek TAJÊ vekirina vê parkê li ser navê Şehîd Nazê ji bo her kesê kêfxweşiyeke mezin e û wiha got: “Em weke TAJÊ bi kar û xebatên xwe jinan bi rêxistin û zana dikin da ku bikaribin li hemberî zilm û zordariyê serî rakin û xwe biparêzin. Her wiha ez bang li hemû jinên Êzidî dikim ku di bin banê TAJÊ de xwe bi rêxistin bikin, tevli kar û xebatan bibin.

Nûrê Şengalî jî ev tişt anî ziman: “Me îro li ser navê şehîd Nazê vê parkê ji bo zarokan vekir. Beriya fermanê tiştek ji bo zarok û civaka Êzidî nedihat kirin lê piştî fermanê piştî naskirina fikrên paqij gelek kar û xebat ji hêla jinan ve hatin meşandin. Gelek tiştên ku li Şengalê hatin kirin bi destên jinan hatin kirin. Banga min li jinên Êzidî ew e ku rabin ser xwe û tevli kar û xebatên jinan bibin, civaka xwe bi hev re bi pêş bixin.”