li Fransayê Xwepêşandan ji kolanan venakêşin

Xwepêşandanê li Fransayê berdewam dikin. Tevî ku hikûmet qedexeya xwe ya li ser xwepêşandanan li navendên bajaran didomîne jî, xwepêşander daxwazên xwe tînin ziman.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li dijî hikûmetê, ku di destpêkê de ji hêla xwendekarên lîseyê yên li Fransayê li dijî polîtîkayên perwerdehiyê yên hikûmetê ve hatin birêvebirin û paşê tevgerên karker jî tevlî wan bûn, li seranserê welêt berdewam dikin. Di demekê de ku li gelek bajarên Fransayê xwepêşandanên li dijî lêçûna jiyanê ya bilind berdewam dikin, hikûmetê tedbîrên ewlehiyê ji bo xwepêşandanan zêde kirine.

Wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez, beriya xwepêşandanên li seranserê welêt ên ku tê payîn werin lidarxistin, di daxuyaniyekê de îdia kir ku xetera gefê li ser aramiya giştî berdewam dike û ragihand ku 70 hezar cendirme û polîs hatine şandin. Wî her wiha tekez kir ku qedexeya xwepêşandanan li navendên bajaran dê li gorî biryarên parêzgariyan berdewam bike.

Li Parîsê, rêya meşê ya diyarkirî ji bo xwepêşanderan di navbera meydanên Republique û Nation de hatiye destnîşankirin, mîna xwepêşandanên 5’ê Mijdarê. Lêbelê, nûnerên tevgera Çakêtên Zer ji çapemeniyê re gotine ku ew ê li Meydana Concorde, li derveyî rêya diyarkirî jî, bicivin. Her çend li gelek bajarên welêt xwepêşandanên berfireh têne hêvîkirin jî, çavkaniyên fermî texmîn dikin ku nêzîkî 60 hezar kes dê beşdarî xwepêşandanên Parîsê bibin.

Qedexeyan birin pêşberî dadgehê

Sendîka û çalakvanan biryara hikûmetê ya dûrxistina xwepêşandanan ji navendên bajaran wekî "hewldanek ji bo nedîtbarkirina xwepêşandanan" bi nav kirin, di heman demê de li gelek bajaran, qedexeyên rêyan ên ji hêla parêzgeh û daîreyên polîsan ve hatine ferzkirin, çûne dadgehê.

Xwepêşandanên ku ji aliyê sendîkayên karkeran ve di 5’ ê Mijdarê de hatin lidarxistin û ji beşên cûda yên civakê piştgirî wergirtin, li gorî çavkaniyên fermî nêzîkî 600 hezar û li gorî sendîkayan jî 1.6 milyon kes beşdar bûn. Ev xwepêşandan ji 17’ê Cotmehê vir ve mezintirîn xwepêşandanên li dijî lêçûna bilind a jiyanê bûn.