Li Filistînê binçavkirina rojnamevanan zêde dibe
Li gorî Komîteya Azadiya Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, ji destpêka 2026’an ve heta niha 4 jê jin 22 rojnamevanên Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Li Filistînê zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin. Li gorî daneyên ku Komîteya Azadiya Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê weşand, ji destpêka 2026’an ve heta niha girtin û binçavkirina rojnamevanan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi awayekî berbiçav zêde bûye. Komîteyê ragihand ku di vê pêvajoyê de 4 jê jin bi giştî 22 rojnamevanên Filistînî hatine binçavkirin.
Li gorî daneyên komîteyê, biçavkirin; di serdegirtina malên rojamevanan, dema rojnamevan erkên xwe yên li qadê pêk dianîn yan jî binçavkirinên li xalên kontrolê yên leşkerî de çêbûye. Hat diyarkirin ku bêyî sûcek, biryara girtinê derdixin, cezayên pere dibirin an jî tên sirgûnkirin û cezayê malê li wan tê birîn.
Li gorî daneyên komîteyê, di meha Çileyê de 13, di meha Sibatê de 7 û di ji destpêka meha Adarê ve heta niha 2 rojnamevan hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku der barê hinek rojnamevanan de biryara girtina îdarî hatine dayîn ango bêyî hebûna sûc, di navbera 4 û 6 mehan de biryarên girtinê j êre tên derxistin.
Navê 4 rojnamevanên jin
Çar jinên rojnamevan ku ji destpêka salê ve hatine binçavkirin di raporê e hatin dayîn. Navê wan ev e: Înas Halavî, Buşra et-Tavil, nûçegihana wêneyan Nesrîn Salim û rojnamevan Neval Hîcazî.
Binpêkirin û qedexe
Komîteyê da zanîn ku operasyonên binçavkirinê gelek deman li gel binpêkirinên din pêk hatine. Li gorî vê bi ser malên rojnamevanan de girtine, tiştên malê texrîb kirine, tiştên şexsî tevlîhev kirine, dest danîne ser telefon û amûrên rojnamevaniyê, cezayên pereyê zêde li wan birîne û der barê hinek rojnamevanan de ketina wan a Mescîd- Eqsa yan jî herêmên diyar hatine qedexekirin.
Her wiha hat îfadekirin ku hinek rojnamevan dema êrîşên Şerîaya Rojava û xebatên xwecihî belge dikirin hatine binçavkirin, bal kişand ku eve hewldanek eşkere ya astengkirina ragihanda rastiya li qadê ye.
Binçavkirin li Qudus, Ramallah û El-Bire, El-Halîl, Tulkerîm, Nablus û Cenîn di nav de li gelek bajarên Filistînê pêk hat. Hinek rojnamevan jî li xalên kontrola leşkerî yên di nava bajaran de hatine binçavkirin.
Azadiya çapemeniyê di metirsiyê de ye
Komîteyê da zanîn ku hedefgirtina rojnamevanan, tê wateya binpêkirina azadiya rojnamevanan gihîştiye lutkeyê, girtinên îdarî binpêkirina eşkere ya peymanên navneteweyî ye.
Komîteyê îfade kir ku tevî van hemû êrîşan, rojnamevanên Filistînî, erkên xwe yên belgekirina binpêkirinan û ragihandina rastiyan didomînin.