Li Filîpinan erheja 7,1 çêbû
Li herêma Sangay a Filîpîniyan erdheja bi mezinahiya 7,1 çêbû.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku li Filîpiniyan erdheja bi mezinahiya 7,1 çêbûye.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a DYA’yê (USGS), ragihand ku navenda erdhejê 106 kîlometre başûr rojavayê herêma Sengayê ye. Erdhej 620 kîlometre di kûrahiyê de hat tesbîtkirin û piştî erdhejê hê der barê mirin û hilweşîna malan de daxuyanî nehatiye dayîn.