Li Etiyopyayê milyonek zarok bi xeteriya birçîbûnê re rûbirû ne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, ji ber kêmaniya fînansmanê, neçar ma para xwarinê ya koçberên li Etiyopya kêm bike. Bernameyê ragihand ku ger terxana zêde neyê pêkanîn wê belavkirina alîkariyan bi temamî werin sekinandin.

Navenda Nûçeyan – Etiyopya rûbirûyî krîza mirovî ye ku zêde dibe. Bi sedhezaran koçber, ji ber kêmbûna fînansmanê û alîkariya xwarinê, bi xeteriya xelayê re rûbirû ne.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya girêdayî Netewên Yekbûyî (WFP) di daxuyaniya dayî de, diyar kir ku koçberên li Etiyopya rûbirûyî xeteriya birçûbûnê ne. Bernameyê ragihand ku ji ber kêmaniya fînansman, neçar mane para xwarinê kêm bikin û di meha Cotmehê de li Sûdan û Başûrê Sûdanê par li 27 kampan li 780 koçberan belav kirîn ji sedî 60’an daxistine ji sedî 40.

Dîrektor û nûnerê Etiyopya yê WFP got: “Em hewl didin hê zêdetir xwarinê li koçberan belav bikin”  û da zanîn ku ger fînansman zêde nebe, dibe ku bi temamî alîkarî bên sekinandin. Kêmkirina para xwarinê tê wê wateyê ku hê zêdetir zarok birçî, danên tên derbaskirin û malbatan ber bi kendalan ve birin.

Bernameya Xwarinê ya Dinyayê ji bo 6 mehên lê pêşiya me ji bo domandin operasyonên mirovî daxwaza lezgîn a 230 milyon dolaran kir. Hişyarî da ku ger fînansman neyê pêkanîn, wê bi temamî alîkariya xwarina ji bo koçberên Etiyopya bê sekinandin.

Bernameyê da zanîn ku beşên xwarinê yên ji bo tedawiya dayîk û zarokên ku kêmaniya xwarinê dijîn hema bêje xilas dibin. Tê pêşbînîkirin ku ev beş heta dawiya Kanunê xilas bibe. Divê rewşê de wê alîkariya ku ji bo nêzî milyonek zarok, jinên du canî û yên şîr didin bê sekinandin, ger fînansmana zêde neyê pêkanîn wê destek qut bibe.