Li Essexê binpêkirinên li Îranê hatin nîqaşkirin

Di civîna ku li Zanîngeha Essexê hat lidarxistin de, binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Muhafizên Şoreşa Îranê ve tên kirin hatin nîqaşkirin. Beşdaran bang kir ku divê kiryar li dadgehên navneteweyî hesab bidin û xebatkarên tendirustiyê werin parastin.

Navenda Nûçeyan – Li Zanîngeha Essex a li Qraliyeta Hevgirtî, duh civînek bi navê “Binêpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Muhafizên Şoreşa Îranê û di warê navneteweyî de darizandina sûcdaran” hat lidarxistin. Civîna ku bi hevkariya aktivîstên mafên mirovan ên Îranê bi (HRA), UpRights û beşa hiqûqê ya Zanîngeha Essexê her wiha Navenda Mafên Mirovan hat lidarxistin, gelek parêzvanên mafên mirovan û parêzer beşdar bûn. Di civînê de bal hat kişandin ser tunebûna edaletê ya li Îranê hat diyarkirin ku dive binpêkirin bi riya mekanîzmayên navneteweyî werin destgirtin.

Divê kiryar werin belgekirin

Beşdaran bal kişand ser pergala nebes a darazê ya Îranê û giredana wê ya bi desthilatdariyê re, hat diyarkirin ku ji bo kesên mafên mirovan binpê dikin, li dadgehên navneteweyî werin darizandin divê hemû kiryar werin belgekirin. Di civînê de bal hat kişandin ku ger delîlên pêbawer û berhevkirî tunebin dê rayeya darazê ya gerdûnî, ferzkirinên di warê mafên mirovan de û mekanîzmayên weke NY’ê bê bandor bimînin.

‘Pêvajoyên bêcezakirina sûcdaran dirêj bidomin jî dikarin çerxa bêcezabûnê bişkînin’

Di civînê de nûnerê UpRights Valerie Gabard jî bal kişand darizandina kesên mafên mirovan binpê dikin di qada navneteweyî de pir zor e lê pêwist e. Valerie Gabard, bal kişand ser astengiyên siyasî û hiqûqî, diyar kir ku pêvajoyên bi vî rengî dirêj bidomin jî dikarin çerxa bêcezakirinê bişkînin û kesên ku zirarê dîtine neyên jibîrkirin.

Di dawiya civînê de bal hat kişandin ku ji bo parastina delîlan û avabûna mekanîzmaya domdariya hesabdayînê hevkariya di navbera zanîngeh û saziyên mafên mirovan de girîng e û hat diyarkirin ku bi vê hewldanê armanc ew e ku sûcên Muhafizên Şoreşa Îranê dikin neyên normalîzekirin û jibîrkirin.

Xebatkarên tendirustiyê dema birîndaran derman kirin gef li wan hat xwarin

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê jî hedefgirtina xebatkarên tendirustiyê di çalakiyên dawî de şermezar kir. Dîroktorê giştî bal kişand ku hinek xebatkarên tendirustiyê dema birîndaran derman kirine gef li wan hatiye xwarin û hatine girtin, got ku xebatkarên tendirustiyê peywira xwe bi cih tînin loma divê zext li wan neyê kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku êrîşa li ser Nexweşxaneya Humeynî ya li Îlamê û li herêmên cuda, navendên tendirustiyê zirarê dîtine û hat xwestin ku xebatkarên tendirustiyê yên hatine binçavkirin demildest werin berdan, navendên tendirstiyê werin parastin.

Rayedar herî dawî bang kir ku xizmetên tibî di her merci de werin parastin û rakirina astengiyan li ser wan bikeve bin temînatê.