Li Erxeniyê di zeviyên çandî de şewat derket

Li navçeya Erxeniya Amedê şêniyên gund û komên şaredariyê mudaxeleyî şewata ku di zeviyên çandî de derket kirin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Erxeniyê ya Amedê di navbera taxên Xeltuşka, Meyadun û Zengetîlê yên gundewarî de agir bi zeviyên çandî ket.

Hat diyarkirin ku şewata danê sibê li du xalên cuda derketiye ji aliyê şêniyên gund û komên şaredariyê ve hatiye kontrolkirin. Hat ragihandin ku li herêma şewata ku heta niha sedema wê nayê zanîn xebatên vemirandinê didomin.