Li El-Abyadê êrîşa balafira bêmirov: Bi dehan kes hatin kuştin

Li bajarê Al-Abyad ê dikeve rojavayê Sûdanê, di êrîşa balafira bêmirov a ku sivîlên tevlî merasîma cenaze bû hedef girt de 37 jê jin û zarok ji 50 zêdetir mirov hatin kuştin.

Sûdan- Li bajarê El-Abyad ê dikeve rojavayê Sûdanê, cihekî ku gelek mirov ji bo şînê lê kom bûbûn, ji aliyê balafira bêmirov ve hat bombekirin. Di êrîşê de 37 jê jin û gelek ji wan zarok, ji ji 50 zêdetir mirov hatin kuştin.
Li gorî agahiyên nûçegihana me ya li herêmê, 3’yê Mijdarê roja Duşemê, sivîlên ku beşdarî merasîma cenazeyek bûbûn ji aliyê drona Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hedef hatine girtin.
Mudurê giştî yê Nexweşxaneya Perwerdeyê El-Abyad, diyar kir ku hejmara birîndaran destpêkê 50 bûye lê çavkaniyên herêmê dan zanîn ku gelek kes di dema êrîşê de reviyane û gelek kesên birîndar negihîştine nexweşxaneyê.
‘Sûcê şer’
Parêzvanên mafên mirovan, bûyerê bi gotinên; “Sûcê şer” pênase kirin û xwestin ji bo berpirsyar hesab bidin lêpirsîneke serbixwe û lezgîn were destpêkirin. Her wiha bang kirin ku ji bo parastina sivîlan ji pevçûnan divê hêzên leşkerî ji cihên ku mirov lê dijîn derkevin.