Li Efrînê jinek ji ber îşkenceya çeteyan krîza dil derbas kir

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê îşkence li Zeyneb Şêxo û kurê wê kirin. Zeyneb Şêxo ji ber îşkenceyê krîza dil derbas kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya ku ANHA yê spartiye agahiyên xwecih hat diyar kirin ku çeteyê bi navê Ebû Omran ê girêdayî koma Ehrar El Şerqî welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Birêm ê ji gundê Kûrra yê bajarê Raco îşkence kiriye û gotinên xirab jê re gotine.

Herwiha hat destnîşankirin ku dayîka Mihemed Birêm, Zeyneb Şêxo ya 85 salî hewl daye kurê xwe ji lepên çeteyan rizgar bike, çeteyan ew jî îşkence kirine. Hat hînbûn ku di encam de Zeyneb Şêxo krîza dil derbas kiriye.

Zeyneb Şêxo ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin û hate gotin ku rewşa wê giran e.