Li Efrînê jinek hat qetilkirin

Di nava kaosa ewlehiyê ya berdewam de, li Efrînê cînayetên jinan dubare dibin û ev rewş rewşa sivîlên ku di bin kontrola leşkerên bi pere yên Tirk de dijîn radixe ber çavan.

Navenda Nûçeyan- Li gundê Kefir Della yê Efrîna dagirkirî, jinek hat qetilkirin û heta niha nasnameya wê nehatiye eşkerekirin.

Zêdebûna cînayetên jinan, bi taybetî li deverên di bin kontrola Heyat Tehrîr el-Şam û leşkerên bi pere yên dewleta Tirk de, di nava gel de dibin sedema metirsiyên mezin.